Nûçegîhanên VOA yên seranser cîhanê bala xwe dan nirxê qîzekê ku fem bikin malbata wê û ya zilamê wê nirxekî çawa didin bûkeke genc. Û zewaca berî 18 salîbûna wê çi zîyan digehîne wê? Jibo têgiheştina nêrînên curbicur, nûçegîhanên VOA yên ji 12 zimanan vîdyoyên kurt amade kirin ku tê de qîzan û dayikan ezmûnên xwe yên wek bûkan û dayikên temenbiçûk vedibêjin. Ev vîdyoyên Facebookê bi mîlyonan car hatin dîtin û şîrove kirin ku hinek ji wan alîgirên zewicandina zarokan bûn û hinekên din jî dijberîya zewicandina zarokan dikirin.

HEREMA DADU, PAKISTAN

‘Bavê min bawer dikir ku gîrukirina zewacê guneh e

Dayikek xemgîn ku 13 salîya xwe de şû kiribû jibo keça xwe ya biçûk encamek cûda plan dike.