Pakistan
‘Bavê min bawer dikir ku gîrukirina zewacê guneh e
Dayikek xemgîn ku 13 salîya xwe de şû kiribû jibo keça xwe ya biçûk encamek cûda plan dike.
HEREMA DADU, PAKISTAN Li malbata Pakistanî ya Qubra Bibi, “Bavê min bawer dikir ku nezewicandina keçeki ku bikare devlikek giran ya ava bikêşe malê, guneh e”
Jiber vê yekê Qubra, keçeke 13-salî û bejinzirav, bi mêrekî temenê xwe da hemen hemen du caran ji wê mezintir hate zewicandin. Dodo Khan ew bir mala xwe da ku digel malbata wî bijî li Pir Baksh Lashari ku gundekî parêzgeha Sindh ya rojhilata-başurê Pakistanê. Wî pêwistî bi yekê hebu ku berê xwe bidet dayika wî ya nexweş û jinebî û mala wan.
Niha di 19 salîya xwe da Qubra derbarê biryarên kesîn din dayin ku di pola heştemîn de dawî ji perwerda we anî û berê wê daye şula malê û daykitîyê da difikire. Wê û Dodo keçaka 3 salî û kurekî hêşta bebek hene. Qubra dibêje “Piştî zewacê berpirsîyarîya hemu şula malê wekî xwarin çêkirina ser agirê kuçkî û cilik helawistenê kevte ser milê min. “Ez hêşta ji dixwazim perwerda xwe bikim. Gava keça min gehişte jîyekî kamil, ew dê hingî zewace bike. Nexwe, ew dê çawan perwerda xwe bidomine?”
Qubra niha 19 salîye, li gel hevjînê xwe Dodo Khan yê 30 salî û li gel kur û keça xwe rûniştîye.(Wêne ji Zoral Khurram Naik ji bo VOA News)
Qubra niha 19 salîye, li gel hevjînê xwe Dodo Khan yê 30 salî û li gel kur û keça xwe rûniştîye.(Wêne ji Zoral Khurram Naik ji bo VOA News)
Qubra ji bo tena kirin kurê xwe Abdul Wahab yê 5 mehî hêdî..hêdî landikê dihejîne.
Qubra kurê xwe Abdul Wahab digire û hêviya hînbûna bêtir û perwerdehiyê dike.
LEFT: Qubra ji bo tena kirin kurê xwe Abdul Wahab yê 5 mehî hêdî..hêdî landikê dihejîne. RIGHT: Qubra kurê xwe Abdul Wahab digire û hêviya hînbûna bêtir û perwerdehiyê dike.
Edete zewaca zu didome
Her çend hebûna zewaca zarokan di dehsalên dawî de kêm bibe jî, edeten heyi hesta jî di 18 salîya xwe de bi sed hezaran keçên Pakistanî wekî Qubraye ber bi zewace ve dibe.
UNICEF texmîn dike ku bi kêmî ve 1 ji 5 zewacan (21%) li Pakistanê hevjînek ji 18 salan biçûktir e. Aktivist dibêjin ku ev rêje nizm e, nemaze di nav keçên gundan û ji yên malbatên xizan de
Valerie Khan, rêvebirê Koma Pêşkeftinê li Pakistanê, ku ji xêrxwazên pistevanîya zarokan dikin pêktê, dibêje, “gelek zewacên zarokan hene ku li hemî herêmên Pakistanê nahên ragihandin.”
Bi hejmaran
Pakistan
21% | 3% |
Heta 18 Salî Zewicandî | Heta 15 Salî Zewicandî |
Li gurî UNICEF di nava nifşên nû de li Pakistanê zewaca zarokan di kêmbûnê de ye. Li gurî 25 salên bûrî astê zewaca zarokan daketîye nîvê, welatên din yên başêrî Asya di heman rewşê dane, li herêmê, li başûrê Asya di 25 salên bûrî de zewaca zarokan kêmbûye. Di vê demê de ew bûye pêşenga kêmbûna zewaca zarokan li cîhanê.
Berhevdana herêmî | Zewicandî Heta 18 |
---|---|
Bengladêş | 59% |
Nepal | 40% |
Afxanistan | 35% |
Hindistan | 27% |
Bhûtan | 26% |
Pakistan | 21% |
Îran | 17% |
Srî Lanka | 12% |
Welatekî bijêrin ku bi herêmê re bi kûrahî berhev bikin.
Keç Ne Buk radigihîne ku li welatê Başurê Asya yê 208 mîlyonî u pirani misilman, hindek bawer dikin ku keçek pêdivî ye ku gava gehişte şûyê xwe bizewice da ku qimeta kiçinîya wê hebe û rûmeta xwe biparêze
Rêkeftina cîhanî, ku di nav hevalbendên wan de rêxistinên tendirustî û rêxistinên civaka sivîl ên Pakistanî jî hene, behsê faktorên din li pişt zewaca zû dikin, herwekî zewicandina keçan jibo çareserkirina qeran anjî nakokîyan, hindekcaran hêşta keçik peyda nebî jî soza zewicandine didin.
Pakistan beşdarî civaka navnetewî bûye û soz daye ku zewaca zarokan heta 2030ê bi dawî bîne, ku ew ji yek ji Armancên Pêşveçûna Domdar yên Neteweyên Yekbûyî ye, ê qanih buye ku dest jêberdana wî karî, yanî zewaca zû dê standardên jîyanê bilind bike û bextewarîya neteweyî baştir bike.
Bi taybetî jiber bandora dawîkirina perwerdeya keçan ya bêvext û sînorkirina hatina wan ya aborî li gor hesaba lêkolîneka 2017 ya Banka Cîhanê û Navenda Navneteweyî ya Lêkolîna li ser Jinan, bahayê aborî yê zewaca zû dikare salê heta 6.3 mîlyar dolaran biçe.
Pal bidin ku temenê kêmtirîn ye qanûnî bo zewaca keçan bilind bibe
Li gor zagona niha ya Pakistanê temenê yasayî yê zewacê ya herî kêm jibo keçan 16 û jibo kuran jî 18 ye. Di meha Nîsanê de, Senatoya Pakistanê qanûneka ku ji alîyê qanundanêraka jin ve hatibu pêşnîyaz kirin qebul kir û wê qanûnê temenê herî kêm jibo zewaca keçan wekî 18 sal pêşnîyar dikir. Belê Konseya Ideolojîya Islamî, ku li parlamentoyê şîret dike ka gelo zagon bi qanûna îslamî re hevaheng e an ji ne, di destpêka Gulanê de daxuyanîyek li dijî vê qanûnê da.
Lê, li gor Pakistan Today, rapora konseyê “çend encam û pirsgirêkên neyênî” yên bi zewaca zarokan re qebul kir û got ku “divê ew nehê teşwîq kirin.” Konseyê li dijî qanûnek hevbeş ya 2017an da nerazibuna xwe dîyar kiribû.
Her çar parêzgehên welat jî jibo zewacê xwedî erk in. Di sala 2014an de, qanûndanerên li Sindh, parêzgeha ku Qubra lê dijî, 18 wekî temenê qanûnî herî kêm jibo mêr û jinan destnîşan kir. Qanûn her zilamê ku têkili zewaca zû bûye bi kêmî ve du sal cezayê hepsê û dibeku bi cezayê parey tehdît dike.
Di 2015an de, Punjab, parêzgeha herî populer, qanûnek derxist ku ne tenê dayîk û bab belê mela jî bihên ceza kirin jibo destur dana zewaca zû. Qanuna Sînorkirina Zewaca Zarokan ya Puncabê dibêje her zilamekî ji 18 salî mezintir, ku danûstendina zewaca zarokeki dike, heta şeş meh bi zindanê û heta 50,000 rupeyan (318 dolar), anjî bi her du cezayan rû bi rû dimine. Her weha qanûn dikare dayîk û bab anjî parêzvanên ku zorê didin zewicandina zarokekî biçûk ceza bike.
Cezayên bi vî rengî, her çend her gav nehên cîbicîkirin jî, alîkarîya kampanyayên hişmendîya gel yên derbarê bandorên neyînî yên zewaca zû dike.
“Ez bêjim ku bizavek xurt heye,” dibêje Khan û destnîşan dike ku gruba wê bi rêkûpêk bi hemî endamên civakê re dicive da ku bizanin ku çi diqevime gava keçikek di temenek gelek biçûk de dizewice. “U ecêb e, mêr, bi taybeti jî bab, êdî niha pirtir dengê xwe bilind dikin.”
Di dawîya sala 2016an de, Rêxistina Sujag Sansar, komek civaka sivîl ya li Sindhê, dest bi xebata ligel nikah khawans re kir, ku merasîmên zewaca qanûnî û olî pêk tîne. Rêxistinê nikah khawan perwerde kir ku belgeyên jidayîkbûnê bixwaze, da ku kesên temen piçûk dîyar bikin. Di heman demê de rêxistinê mesajên medyaya civakî û şano bikar ani, listokên şanoyê birin 30 gundan da ku nîqaşên di derbarê encamên zewaca zû de teşwiq bike.
“ Ez azad bûm, lê dema min şû kir (hevserî pêkanî) ez bûm berpirs ji hemû karên malê û çavdêriya zarokan.”
Xanima malê Qubra li gor dahatê malê, hin caran karê terzîtiyê dike.
Planên serketinê
Gava ku Sujag Sansar çuye gundê Qubra yê Navçeya Dadu, Qubra zewicîbû û keça wê Areeba hebû. Qubra dibêje ku wê dixwest di dawîyê de bizewice, di heman demê de hêvî kiribû ku xwendina xwe jî bidomîne. Ew û mêrê wê, ku perwerdehîya wî jî ya fermî di pola heştemîn de qedîya bû, nekarin parê perwerde bidin. Ew kedkar e û jina wî jî hatina malê bi neqiş kirinê destek dike
“Ez berê azad bûm,” Qubra dibêje, gava zaroktîya wê têt bîra wê.” Belê piştî ku ez zewicîm, ez bûm berpirsîyarê hemu şula malê û berêxwedana zarokan.” Ew kare û xwedîkirina zarokan bandorekî xirab li ser tendirustîya wê kir, ew dibêje. Qubra dema zewicî hêşta negehiştibû şûyê xwe û gava par Abdul Abdul Wahab bêvext peyda bû pêwîst bu ku ew emelîyat bibe.
Dayîka Qubra, Mehar Bibi jî, di 12 salîya xwe de bûk bû û sê zarokên wê hebûn, du ji wan kur bûn. Belê niha, ew soz dide ku edetên malbatê ya bûkên zarok û bi salane dom dike bişikîne. Bi zorê zewicandina Qubrayê de, Mehar Bibi qebûl dike ku wê û mêrê wê “xeletîyek kirîye”. “Em niha dibînin ku perwerdehî bûye pêwistîyek,” ew dibêje, gava behsê keç û nevîya xwe dike. “Divê em pêş de bifikirin. Heke keç biçuk be, divê em wê nezewicînin. Divê ew perwerdehîya xwe bidomîne. Em niha vê fem dikin.”
Perspektîfa Globalî
10% | 20% | 30% | 40% | 50% | 60% |