Iraq

‘Min weha hizir dikir ku bi rêya zewacê dê şêm xwendina xwe xelas bikim’

Şaima di jiyê 15 salîyê de ji bo pereyan da ku alîkarîya daybabên xwe bike hevjînî li gel kesekî pêk anî ku 12 salan ji wê mezintir bû. Piştî zewacê mêrê wê berdewam li wê dixist û çavê wê yê çepê derbe da dema ku wê li peymangeha Hunerî dixwend. Şaima ya ku hizir dikir dê piştgîrîya wê ête kirin bu temam kirina xwendinê, wê hewla xwekuştinê da, lê rizgar bû. Ji sedema berdanê ew di dê di hemû jiyana xwe de, bitenê û veder bimîne li ciyê ku lê hatîye dinê li Kurdistana Îraqê. Niha ew xwendina xwe ya Şano, Muzîk û Hunerê berdewam dike.

Transkrîpt:

Bavê min Pêşmerge bû(Leşkerê Niştîmanî li Herêma Kurdistanê), rewşa me ya aborî nebaş bû. Di malê de em 4 zarok bûn: Sê keç û yek kur.

Ji ber wê yekê min biryar da hin berpirsyariyê hildim ser xwe. Min nexwest bibim bargiranî li ser wan. Lê min qet karek nedît.

Ya rast min gelek hewilda karekî bibînim, lê nikarîm karekî bibînim.

Bi vî awayî ez zewicîm, jebr ku min hizir dikir bi rêya zewacê dê şêm xwendina xwe temam bikim.

Min hizir dikir mêrê min dê piştgîrîya min bike, lê mixabin, wî nekir. Wî destdirêjî li min dikir.

Wênê Şaima bûka lastîkî ya dema zaroktîyê hilgirtîye.

Di 15 saliyê de, li 2014 de zewicîbû, Şaima bûka xwe ya lastîkî ya dema zaroktiyê pir hez jê dikir bi xwe re hilgirtbû. Piştî pirsgirêka bi zehmet ya cûdabûnê, ew dibêje, hevalên wê bi sivikî li wê mêze dikir. (Wêne ji aliyê Micah Garen bo VOA News)

Min bawernama zewacê ji Khanaqin standbû ji derveyî dadgeha Kalar, ciyê ku yên nebalix dikarin bi sanahî zewaca wan bihê erê kirin.

Di jiyek gelek zû de divê tû barekî giran hildî ser milên xwe. Ev jî pir zûre bû kesekî di jiyek zû de, ji ber ku tu nizanî di wî temenê zû de, weke jinek yan dayîk çawan tev bigerî.

Di wî emirî de pêwîstîya mirov bi nazandinê heye, lê dema tû zewicî û zarok hebin, pêwîste tû çavdêrîya yên din jî bikî.

Piştî cûdabûnê jibo min pir zehmet bû. Min demek bizehmet derbaz kir, nikarîbûm jiyanek normal bijîm ez rastî tengezarîyê hatim. Ez di tirsam û gelek şepirzebûm. Ez xemgîn bûm, min di got, niha xelk derbarê min çi dibêjin.

Di vê civakê de, civakek girtî de, xelk bi çavekî xerab li jinên cûdabûyî dinêrin.

Wênê Şaima yê

“Ji bo ku xemên xwe sivik bikim, ez ketim di nava şanoyê de, bûm akter, da ku êşên xwe jibîr bikim û bibim xwedî şiyan û karê xwe pêşda bibim”

Berî zewacê, xwendina li zanîngehê xewna Şaima yê bû. Niha li ser karê xweye, ew waneyên şano, huner û muzîkê hîn dibe. Ew dixwaze ji Îraqê derkeve, dibêje, jibo ku car duyan jî zewacê pêk bîne ew amadeye, da ku êdî behsa wê nekin.

Ji bo ku xemên xwe sivik bikim, ez ketim di nava şanoyê de, bûm akter, da ku êşên xwe jibîr bikim û bibim xwedî şiyan û karê xwe pêşda bibim

Min beşdarî di gelek festîvalên nêvnetewî de kir, min xelata duyê ya baştirîn akter stand.

Piştî du mehan li Bexda min Şanoya “Şaqam” list, û min beşdarî kir li gelek cihan, li Îran, Misir, Qatar, Tunis û gelek bajarên Îraqê.

Şanoya me li ser Şingalê û trajedîya keçên Êzidî bû. Min têksta şanoyê bi alîkarîya mamoste Huner li Koya nivîsand. Hemûyan gelek hez ji şanoya me kir û xelata baştirîn aktera jin wergirt.

Ez dibêjim daybavan: Nehêlin keçên li jêr 18 salîyê de bizewicin. Nehêlin ew tena serê xwe biryarê bidin, ji ber ku di wî jiyê zû de, ew cûda difikirin û nikarin li ser siberoja xwe biryarek saxlem bidin.

Tenê dema keçên we digihin jiyê 18 salîyê, wî çaxî mafî bidinê ku biryara xwe ya zewacê bidin.

A version of this video originally appeared on Facebook.

Perspektîfa Globalî

Rêjeya jinên ku berî 18 salîyên xwe hatine zewicandin
10% 20% 30% 40% 50% 60%
Nexşe

Dewletên Yekbûyî

6.2

Di nav 1000 kesan de, hejmara zarokên navbera 15-17 salî, ku hatine zewicandin

(That's about .6%
of 15- to 17-year-olds .)

Wateya zewicandina zarokan ew e ku kesên ji 18 salî biçûktir bi fermî yan bi awayên toreyî tên zewicandin. Grafîkên me li ser agahîyên NY hatine afirandin û jêderên serekî serjimarên netewî û pirsnameyên li nav malan in ku tê de Multiple Indicator Cluster Surveys (MICS) û Demographic & Health Surveys (DHS) jî hene. Dibe ku di pirsnameyan de çewtîyên mînakî û pîvandinê hebin. Me pêzanînên NY yên ser jimareyên zewicandina zarokan û nîfûsa welatan bi kar anî ku hejmara jinên ku berî 15 û 18 hatine zewicnadin texmîn bikin.

Jêder: “Pêşbînîyên Nîfûsa Cîhanê: Çapa 2017, DVD” Beşa Nîfûsê ya Rêvebirîya Karên Aborî û Civakî ya NY (2017)

“Databeysa Zewicandina Zarokan.” UNICEF (Adar 2018)