Afxanistan
‘Me tu kirî’
Keçek Afganî, ku di 13 salîya xwe de zewicî bû di dawîyê de ji mêrê xwe û malbata xesû û xezûrê xwe direve
HERAT, AFGANISTAN Somaya 13 salî bû û pola heftemîn temam dikir gava dibêje, “Min zaroktîya xwe winda kir.” Bavê wê, Aminallah, 250,000 afganî (3,300 $) qelenê wê vergirt û digel kurekî mirovê xwe zewicand. Keçikê hevî li mêrê xwe û xizmên xwe kirin da ku destura wê bidin ew biçe dibistanê, “belê wan destura min neda” ew dibêje. Li şûna wê ew dibêje ku wan li wê xist û neheqî lê kirin. Di dawîyê de, piştî berxwedana bi mehan, wê xwe da berdan. Niha bi jîyana digel dayîk û brayê xwe Somaya rihet bûye ê bi karê xwe yê terzîyatîyê pir keyfxweş e. Encama wê ya zewaca zû encamek baş e jiber ku li gor UNICEF zewaca zû dikare perwerdê, tendirustîyê û bextê keçan û potensîyela welatan ya aborî asteng bike.
Bi hejmaran
Afxanistan
35% | 9% |
Heta 18 Salî Zewicandî | Heta 15 Salî Zewicandî |
Berhevdana herêmî | Zewicandî Heta 18 |
---|---|
Bengladêş | 59% |
Nepal | 40% |
Afxanistan | 35% |
Hindistan | 27% |
Bhûtan | 26% |
Pakistan | 21% |
Îran | 17% |
Srî Lanka | 12% |
Welatekî bijêrin ku bi herêmê re bi kûrahî berhev bikin.
Temenê zewacê yê herî kêm li gor qanûna Afganistanê 16 ye. UNICEF her zewaceka ku hevserek ji 18 kêmtir be her wekî zewaca zarokan nîşan dike. Di 2017an de, hikûmeta navendî ya Afganistanê planek çalakîyê li dijî zewaca zarokan dest pê kir. Sima Samar, ku seroka Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan ya Afganî ye dibêje perwerdehîya gel û bihêzkirina aborî jibo control kirina vê pratîkê rolên giring dileyîze. Ew di e-mailekê de ji VOA re dibêje ku heke AIHRC gilîyek li ser zewaca zarokan vergire, “hingî em dikarin bi rayedaran re navbeynkarîyê bikin.” Digel vê yekê, lêkolîn dîyar dikin û dibistana Johns Hopkins Bloomberg ya Tendirustîya Gel sala borî ragihand ku li cihên hejar û gundan wekî parêzgeha Bamyan piştgirîya Afganan jibo zewaca zû kêm dibe. Lekolînvanan li çend parêzgehan nêzîkî hezar kesên 12 - 15-salî û hemen hemen nîvê dayîk û baban jî lêpirsîn kir. Sê ji çaran ji wan cîwanan hîn jî li dibistanê bûn û nezewicî bûn. Her çend dayîk û baban tu carî perwerdehîya fermî nedîtibû jî, ji 90% pirtir difikirin ku Divê zarokên wan dibistana navîn biqetînin. Nêzîkî 40% ji wan got ku zewac dîvêt bimîne heta ku dibistana navendî xilas bibe, “dibêje ser nivîskarê mezin yê lêkolînê Dr. Robert Blum. “Guhertina helwestan nayê vê wateyê ku pratîk bixwe tê guherîn,” ew ji Dengê Amerîka re dibêje. Belê, ew li ser da dibêje, “Ev bi rastî guhertinek mezin e jibo welatekî di nifşekê de.”
TRANSKRÎPT:
Navê min Somaya ye, û navê Bavê min Aminallah e.
Ez di pola heftemîn de dixwînim. Belê 10 roj berî ezmûna finalê, ez zewicî bûm. Malbata xesû û xezûrê min destur neda ku ez vegerim dibistanê.
Min dixwest ez biçim dibistanê. Belê malbata xesû û xezûrê min got: ‘Heke tu biçî dibistanê, kî dê şula malê bike? Wan gote min, ‘Me tu kirî, û em destura te nadin.
Her gava ku min digot ez dixwazim bicim dibistanê, malbata xezûrê min û mêrê min ez diqutam û digotine min, ‘Tu nikarî biçî dibistanê.’ Mêrê min cahêl û nekamil bû, û dayîk û Bavê wî jî ew teşwîq dikir da ku li min bide û heqaretê li min bike. Belê min tu carî jibo Bavê xwe û kesekî din gazinde nedikir. Ez tenê gel wî dijîm.
Malbata xezûrê min nexwendî ne û wan digotin: ‘Heke tu biçî dibistanê, kî dê şula malê bike? ‘
Li malek biçûk û bêserûber de 15 kes dijîn.
Malbata xesû û xezûrê min 3,300 $ (250,000 afganî) wek qelen dane malbata min.
Belê di şûna wê de, xwedê şahid e, Bavê min hemen hemen 4,000 dolar (300,000 Afghanî) jibo tiştên mala wan xerc kir.
Wî bo min zêr, nivîn û cilûberg kirîn.
Malbata xezûrê min pên û şemaq li min didan belê çi caran qemçî li min nedidan jiber ku wan dê li ser laşê min şûn qemçî hêlaban. Wan her gavekî ez diqutam, pên û şemaq li min didan, heqaret li min dikirin û cûn didane min.
Min zaroktîya xwe winda kir. Min hez ji dibistanê û çûyîna dibistanê dikir. Belê wan destur nedane min. Jibo min xem nîn e ku mêrê min bi jinek din re bizewice. Ez naxwazim bihêm berdan Ez dixwazim ku biçim û li gel wan bijîm heke ew bo min cihek cûda, cilik û tiştên din dabîn bikin.
Somaya was a 13-year-old seventh-grader when her father sold her to an abusive relative for $3,300. (Photos by Khalil Noorzai for VOA News)
Somaya was a 13-year-old seventh-grader when her father sold her to an abusive relative for $3,300. (Photos by Khalil Noorzai for VOA News)
Divorced since February and back in Herat, Somaya, now 15, sews in the living room of her family's home.
After being pulled from school at 13, Somaya is learning to read the Quran. and is considering becoming a tutor. Her mother stands behind her.
LEFT: Divorced since February and back in Herat, Somaya, now 15, sews in the living room of her family's home. RIGHT: After being pulled from school at 13, Somaya is learning to read the Quran. and is considering becoming a tutor. Her mother stands behind her.
Eight months after her first interview with VOA, Somaya, 15, is happy and healing. Her father received a two-year jail sentence for forcing her into marriage.
Paşî heşt mehan
Bavê min paşî ku bi du salan mehkum bû, çar meh berê çû girtîgehê. Ez niha berdayî me.
Malbata xesû û xezûrên min bo xwe dijîn û ez jî bo xwe dijîm. Ez ligel dayîka xwe cilikan didûrîm û brayê min jî li karxaneyekî kar dike.
Niha kar û barê malê li ser milê me ye. Bavê min qet kar nekirî ye. Jîyana min çêtir e, nemaze ku niha Bavê min ne li vir e. Bavê min şer gel me dikir û pareyên me bi cilik dirûnê ve qazanç dikir ji me verdigirt.
Berê gelek pirsgirêkên min hebûn. Em pêwîstîyên xwe bi perê ku em cilik dirûnê ve qezanç dikin dikirîn..
Dibe ku bahayê her cilik dirûnekî 100 heta 300 rûpîyan be. Li Kolana me pênc-şeş terzî hene, belê jiber ku em feqîr in û em cilikan gelek giran naçêkin, me gelek mişterî hene. Wê gavê hêşta min biryar nedaye ka ez bizivirim dibistanê anjî na
Ez Quranê fêr dibim. Ez plan dikim ku gava ku min xilas kir ez dê bixwe dersa Quranê bidim xwendekaran
Perspektîfa Globalî
10% | 20% | 30% | 40% | 50% | 60% |