Tirkiye

“Bi demê re, me hevûdu nas kir”

Gava ku Sultan Tümerdem nêzîkê şêst salîya xwe bû, dibêje ku ew bi jîyana xwe, mêr û du kurên xwe “pir keyf xweş” e. Wek xanima malê li bajarê Dîyarbekirê Tirkîyê, tê bîra wê ku dema ku ew neçar ma ji dibistanê derkeve da ku bizewice, wê gelek şikestî dît. Wê demê ew ewqas bicûk bû, ew dibêje, herwekî ew, mêrê wê û her du kurên wan pêkve mezin bûn.

Transkrîpt:

Ez neçar mam ku bizewicim. Min tiştek nedizanî. Ez zarok bûm.

Wan ez birim, û ez difikirîm ku ez dê vegerim. Belê na, wan ez paşda neînam.

Ez zewicîm û paşî salekî kurekî min peyda bû

Ew xweş bû. Ez nizanim. Ez jî zarokek bûm.

Ez û kurê xwe pêkve mezin bûn.

Min qet mêrê xwe nedîtibû. Min ew nas nedikir. Bi zeman re, me hevûdu nas kir.

Ez niha gelek kêfxweş im, ji kerema xwedê. Du kurên min yên wek şêran hene. Ew li cihên baş in. Ez bi mêrê xwe re dijîm.

Divê kes zewaca zû neke jiber ku di zewaca zû de mirov xwe herwekî şikestî dihesîbîne.

Jiber ku hûn tiştekî nizanin. Ez neçûm dibistanê, û jiber vê yekê ez hêjta pirtir perîşan bûm.

Xort niha pir jêhatî û agahdar in. Di temenekî bellî de, bi dîtin û têgehiştina hevûdu, ew dizewicin. Ev tiştek pir xweş e.

Peyama min jibo ciwananan. Bila ew pir kêfxweş bin. Jîyan pir kurt e.”

Perspektîfa Globalî

Rêjeya jinên ku berî 18 salîyên xwe hatine zewicandin
10% 20% 30% 40% 50% 60%
Nexşe

Dewletên Yekbûyî

6.2

Di nav 1000 kesan de, hejmara zarokên navbera 15-17 salî, ku hatine zewicandin

(That's about .6%
of 15- to 17-year-olds .)

Wateya zewicandina zarokan ew e ku kesên ji 18 salî biçûktir bi fermî yan bi awayên toreyî tên zewicandin. Grafîkên me li ser agahîyên NY hatine afirandin û jêderên serekî serjimarên netewî û pirsnameyên li nav malan in ku tê de Multiple Indicator Cluster Surveys (MICS) û Demographic & Health Surveys (DHS) jî hene. Dibe ku di pirsnameyan de çewtîyên mînakî û pîvandinê hebin. Me pêzanînên NY yên ser jimareyên zewicandina zarokan û nîfûsa welatan bi kar anî ku hejmara jinên ku berî 15 û 18 hatine zewicnadin texmîn bikin.

Jêder: “Pêşbînîyên Nîfûsa Cîhanê: Çapa 2017, DVD” Beşa Nîfûsê ya Rêvebirîya Karên Aborî û Civakî ya NY (2017)

“Databeysa Zewicandina Zarokan.” UNICEF (Adar 2018)