Bengladêş

‘'Ez dixwazim li ser her du lingên xwe bisekinim'

Mala Akter li dijî dayîk û Bavê xwe derket û bi Rony re, kurê ku wê hez jêdikir, di 12 salîya xwe de zewicî. Piştî du salên destdirêjîya wî ya devkî û fizikî, bebekek û hevildana rojane daku xwarin bihê ser sifrê ew difikire ku “zewicîn ramanek baş nebû.” Mala xeyal dike ku di paşerojê de tiştekî ji xwe çêke jiber ku ew dibêje “zarokê min ciwan e. Ez dixwazim ku wî bi serûber bigehînim. Ez naxwazim ku kesekî din xeletîyên min kirî bike.

Transkrîpt:

Navê min mala akter e. Ez 14 salî me. Ez du sal û nîv berê zewicîm.

Dema ku ez 12 salî bûm li dibistanê, min ji kurekî hez dikir. Min gelek jê hez dikir, û em zewicîn. Dayîk û Bavên min hez ji wî nedikir.

Ez li Agargaon dijîm, mehela BNP Bazaar ya belangaz.

Navê mêrê min Rony e. Wî berê gelekî ji min hez dikir, lê piştî ku em zewicîn, wî dest bi neheqîyê li min kir. Du roj berê, wî heqaret li min kir û li min xist.

Ew li gel min xirab e.

Heke ew her roj kar neke, rêvebirina malbatê ya aborî zehmet dibe. Pênc roj, anjî tenê du roj jî kar neke gelek zor e.

Bo mînak, di wi hewayê germ de, ew nikare tiştan bifiroşe. Gava baran dibare, dîsa tişt firotin zehmet e. Paşî polîs tên û dibêjine me lêre herin.

Hindek caran tiştek tune ku em bixwin. Çend roj berê, jiber grevê, dikan girtî bû. Tiştê ku me hebû bo xwarinê tenê nîsk, hûrêşkê sêvikan û hindek caran jî sevze. Gelek zehmet bû, belê her tişt wisa bû.

Dîsa jibo mêrê min jî zehmet e ku di germê de bisekine û tiştan bifroşe. Jibo zarokê min jî zehmet e

Jiber ku em bi rêkûpêk naxwin, em gelek caran levaz in. Her tişt pir nexweş e.

Cararan, ez dixwazim ku rûnim. Belê gava ku ez radibim, ez bê hêz dibim. Ez xwe gelek lawaz û nexweş hîs dikim.

Ez poşman im ku zewicîm. Heke ez bîçek direngtir zewîcibam, belkî tendirustîya min dê baştir biba. Her tişt dê baştir biba.

Zewicîn xeletîyek mezin bû. Ez dixwazim di paşerojê de tiştekî bikim. Ez dixwazim li ser du lingên xwe bisekinim.

Zarokê min hêşta ciwan e. Ez dixwazim wî xwedan bikim. Ez naxwazim ku kesek din xeletîya min kirî, bike.

Perspektîfa Globalî

Rêjeya jinên ku berî 18 salîyên xwe hatine zewicandin
10% 20% 30% 40% 50% 60%
Nexşe

Dewletên Yekbûyî

6.2

Di nav 1000 kesan de, hejmara zarokên navbera 15-17 salî, ku hatine zewicandin

(That's about .6%
of 15- to 17-year-olds .)

Wateya zewicandina zarokan ew e ku kesên ji 18 salî biçûktir bi fermî yan bi awayên toreyî tên zewicandin. Grafîkên me li ser agahîyên NY hatine afirandin û jêderên serekî serjimarên netewî û pirsnameyên li nav malan in ku tê de Multiple Indicator Cluster Surveys (MICS) û Demographic & Health Surveys (DHS) jî hene. Dibe ku di pirsnameyan de çewtîyên mînakî û pîvandinê hebin. Me pêzanînên NY yên ser jimareyên zewicandina zarokan û nîfûsa welatan bi kar anî ku hejmara jinên ku berî 15 û 18 hatine zewicnadin texmîn bikin.

Jêder: “Pêşbînîyên Nîfûsa Cîhanê: Çapa 2017, DVD” Beşa Nîfûsê ya Rêvebirîya Karên Aborî û Civakî ya NY (2017)

“Databeysa Zewicandina Zarokan.” UNICEF (Adar 2018)