Cîranên Îsraîlê

Şerê dirêj yê navbera Îsraîl û Hamasê, bi êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmehê ya ket qonaxeke nû. Ew êrîşa mezin ku di dîroka Îsraîlê de êrîşa herî kujer bû û wek bersîvdana wê, Îsraîlê dest bi bombebarankirina giran ya armancên Hamasê li Kerta Gaza kir. Bi xirabtirbûna krîza mirovahî li Gaza û mezinbûna alozîya li Kenara Rojava, hin xeterî hene ku ew şer dikare li dewletên hevsînorên Îsraîl û herêmên Filîstînî berfirehtir be.

 

Misir

Misir û Îsraîlê li seranser tuxibê hevpar çend caran şer kirin û Misirê di ji 1948an heta Şerê Şeş-Rojî yê 1967an Kerta Gaza dagir kiribû û dû re Îsraîlê kontrola Gaza xistibû destê xwe û Nîvgirava Sîna ya Misirê dagir kiribû. Şerê Yom Kippur yê 1973an bi peymaneke aştîyê dawî bûbû û Misirê bûbû dewleta yekê ya Ereb ku Îsraîlê nas bike û Îsraîlê wek encama wê yekê, di 1979an de ji Sîna vekişîbû. Ji wê demê heta niha, Misir li herêmê bûye yek jî hevkarên herî girîng ya ewlekarîyê ya Îsraîlê.

Peywendîya her du alîyan piştî Şoreşa Misirê ya 2011an ku serokê demdirêj Husnî Mubarek ji desthilata hatibû ladan, ketibû rewşeke dijwar. Di hilbijartina dûhat de hikûmeteke bi piştgirîya Biratîya Msilman (Îxwan) hatibû ser desthilatê ku rêxistina milîtan Hamasa Filîstînî jî ji heman rêxistinê çêbûbû. Tevî ku darbeya sala 2013an Îxwan ji desthilatê dûr xistibû, rêxistinên xirabkar li Sîna ji her du dewletan re pirsgirêkan çêdikin.

Leşkerekî Îsraîlî devereke nêzîkî sînorê di navbera Îsraîl û Misrê de ewle dike, 18ê hizêrana, 2012ê. (AP)

Li ser sînorê Îsraîlê yê bi Misirê sîmên elektrîkî yên bi teknolojîya xurt heye û bilindîya wê 5 heta 8 metre û dirêjîya wê jî 245 km ye. Ew telên elektrîkî ji bajarê benderê yê Îsraîlî Eilat ya berava Derya Sor destpê dikin, heta Kerta Gaza digihejin. Misir jî li seranser tixubê Kerta Gaza dîwarên xwe danîne û têkareya ketin û derketina ji Gaza ye ku ji hêla Îsraîlê ve nayê kontrol kirin. Misir pir caran jibo xurtkirina dorpêça Îsraîlê ya ser hikûmeta Hamasê û jibo ewlekarîya xwe karanîna Derbazgeha Sînorî ya Refah sînordar dike ku ketin û derketina sîlah, milîtan û herwiha kocberên neqanûnî çênebin.

 

Urdun

Urdunê beşdarîya Şerê Ereb û Îsraîlî ya 1948an kir û dû re Kenara Rojava û Orşelîma Rojhilat dagir kirin. Îsraîlê, ew herêm piştî Şerê Şeş-Rojî yê 1967an xistin bin kontrola xwe. Tevî ku Urdunê heta 1988an heta astekê hin xizmetên rêvebirîyê ji wan herêman re peyda dikirin, piûtî hîngê xwe bi tevahî vekişand û dest ji îdiaya xwe ya ser van herêman berda.

Di vê fotoya 13/11/ 2019an de beşeke tixubê Îsraîl û Urdunê yê bi telên elektrîkî ji Baqûra ya Gelîyê Urdunê xanê dibe. (AP)

Di vê wêneya 22/06/1967an de penaberên Filîstînî tiştên xwe hildigirin ku bi rêka Pira Allenby ya ser Çemê Urdunê, ji beşa Urdunê ya bin dagirkerîya Îsraîlê derbazî alîyê din bin. Di Şerê Şeş-Rojî yê 1967an de Îsraîlê kontrola Kenara Rojava û Kerta Gaza girtibû destê xwe û 300 hezar Filîstînî rêvîbûn ku bi piranî çûbûn Urdunê. (AP)

Ji îmzakirina peymana aştîyê ya di 1994an de Urdun û Îsraîl peywendîyên xwe yên aborî û ewlekarî parastin û pirsgirêkên ser sînorên xwe çareser kirin. Îro li ser tixubê dualî yê 482 kîlometreyî 3 derî hene û tevî statuya neçareserkirî ya Kenera Roiava, ew sînorê herî ewle ya Îsraîlê ye. Pira Allenby Bridge yan Pira Melîk Hisên teka derbazgeha Kenrara Rojava ya li dervayê Îsraîlê ye ku Filîstînî jibo çûyîna dervayê welêt bi kar tînin.

 

Sûrîye

Piştî rêketina sala 1949’an ku dawî li Şerê Ereb û Îsraîlê anî, herêma neleşkerî ya navbera Îsraîl û Sûrîyê taybetî li ser mijara jêderên avê li dora Derya Celîle wek mijareke kêşebar maye. Wek encama Şerê Şeş-Rojî yê 1967’an, Îsraîlê devera Girên Golanê xist bin kontrola xwe û xencî çend civakên Durzî piranîya rûniştvan ji wê deverê hatin derxistin.

Girên Golanê yên stratejêk heta îro jî di bin dagirkirina Îsraîlê de ye û ew di çarçoveya Biryara NY ya 242 de wê yekê mafê xwe dibîne ku dibêje “sînorên ewle û naskirî yên ji gefan yan jî bi gefa hêza çekdarî dûr.” Civata Ewlekarî ya NY di 1981an de ew îdiaya Îsraîlê red kir. Lê, Welatên Yekbûyî yên Amerîka di bin rêvebirîya Trump de, di 2019an de tevlêkirina Girên Golanê ya nava axa Îsraîlê pejirand. Lê, civata navnetewî bi giştî ew herêm wek axa Sûrîyê qebûl dike.

Rûniştvanên Girên Golanê, di xwepêşandana protestokirina desteka Amerîka ya îdiaya Îsraîlê ya ser Girên Golanê de, di Adar 2019an de bi alayên Sûrî û Durzî li pêşîya wêneyeke Serokê Sûrî Beşar Essad xanê dibin. (AP)

Şerê Navxweyî yê Sûrîyê, ku Serokê Sûrî Esad bi piştgirîya Îran û Hizbullahê dijî serhildayên Sunnî eciqandineke tund dimeşîne, li ser aramîya wê herêmê jî bandoreke neyênî çêdike û carna ji Sûrîyê gule dikevin wê derê. Ew rewiş rcudabîrî di nava hevbendîya Îran û Sûrîyê ya bi Hamasê derxist jiber ku ew bi xurtî piştgirîya komên Sunnî yên dijî Esad dike. Lê, peywendîyên xirabûyî di 2018an de jinûve hatin qenc kirin. Îsraîlê di wî şerî de heta niha bi fermî bêalî maye, lê jimareke caran êrîşên esmanî yên dijî hêzên Îranî û yên Hizbullahê li Sûrîyê pêk anîne.

 

Lubnan

Peywendîyên Îsraîlê yên bi jimareke komên olî û sîyasî yên li Lubnanê hinek tevlihev e. Lubnanê di şerên 1948 û 1967an de tenê roleke biçûk lihîst û beşdarî Şerê Yom Kippur War yê 1973an nebû. Lê, komên serhilda yên Filîstînî ji dawîya salên 1960an vir ve başûrê Lubnanê wek bingeha êrîşên xwe dixebitînin û Îsraîlê jî wek bersîvdanê, dest bi êrîşên ser axa Lubnanê kir û milîtanên Kristîyan re hevkarî kir ku li wî welatî qirkirinên ser Filîstînîyan pêk anîn.

Di vê fotoya 28/09/1982yan de tankên Îsraîlî di nava kolanên Beyrutê xuya dibin. (AP)

Piştî ku Îsraîlê di 1982yan de kete başûrê Lubnanê û ew dagir dever kir, rêxistina milîtan ya Şîayan, Hizbullah hate damezirandin ku êrîşî Hêzên Berevanî yên Îsraîlê (IDF) û hevbendên wê yên xwecîhî bike. Îsraîlê di sala 2000î de hêzên xwe ji tixubê Xeta Şîn, ku ji hêla NY naskirî ye, vekişandin. Lê, Îsraîlê kontrola axeke biçûk ya bi navê Çewlîgên Şebaa bernadaye û tevî ku Îsraîlê ew dever ji Sûrîyê sitand, Lubnan îdia dike ku Çewlîgên Şebaa tim beşek ji axa wê bûye.

Piştî êrîşên topavêj yên Îsraîlî yên dijî şervanên Hizbullah, dû ji ser gundê Kefer Çuba ya Lubnanê bilind dibin14/10/2023. (AP)

Hizbullah rewişa kêşebar ya Çewlîgên Şebaa wek hecêt bi kar tîne û li tankên Îsraîlî dixe ku ew êrîşên Hizbullahê yên bi piştgirîyên Îran û Sûrîyê astengîyên mezin ji Îsraîlê re derdixin. Êrîşa Hizbulah ya sala 2006an bû sedema bersîvdaneke xurt ya Îsraîlê û heta îro jî carna pevçûnên ji her du alîyên sînor didomin. Piştî êrîşa surprîzî ya Hamasê ya 7ê Cotmehê ya ser tixubê başûrê Îsraîlê yê bi Kerta Gazayê, Hizbullahê jî li seranser Xeta Şîn roket avêtin Îsraîlê û bi hêzên IDF ketine pêvçûnan. Tevî ku Îranî bi fermî red dike ku di şer de cîh digire, hin raportên medyayî dîyar dikin ku dibe ku êrîşa Hamasê bi Hizbullah û Nobedarên Şoreşa Îranê hatiye kordîne kirin.

Alozî zêde dibe

Bi jimareke kêşeyên neçareserkiyî yên tixubî û bi herêmên ku bi giranî sîlahkirî, sînorên Îsraîlê herêmên Filîstînî hin ji berî tundîya vê dawîyê qada girjî û alozîyê bûn. Di vê demê de ku Welatên Yekbûyî yên Amerîka, li herêmê hebûna xwe ya leşkerî xurttir dike, fikar ew e ku ew alozî nezivire şerekî herêmî ya berfireh.