Collage illustration (Illustration by Chin Soo Park for VOA News)

Şerên Amerîka yên Bazirganî: Berê û Niha

Siyaseta bazirganî ji dema ku hikûmetên cuda hatine holê mijareke kêşebar e.

Di serdema nûjen de, gelek aborîzan dibêjin kêmkirina astengîyên li ber bazirganîya navnetewî, wekî baca gumrikê û astengîyên derfirotinê, dikare sûdê bide hemû alîyan. Lê belê, hikûmetên niştimanî piranîya caran rastî terazûyên siyasî tên ku barzirganîyê zêde bikin yan jî bazarên xwecihî biparêzin.

Dema ku nakokîyên wisa derdikevin, astengîyên ku ji alîyê welatekî ve tên ferzkirin, dikarin bibin sedem ku hevparên bazirganî bi astengîyên xwe bersivê bidin. Ev jî êdî dibe egera derketina şerê bazirganî.

Di dema Şerê Sar de û piştî wê jî, Amerîka piranîya caran wekî qehremana bazirganîya azad dihate dîtin. Washington serkêşîya hewlên damezrandina Rêxistina Bazirganîya Cîhanî (WTO) sala 1995’an kir. Lê wekî gelek welatan, Amerîka hinek caran ketiye nav şerên bazirganî de, çi vê dawîyê be çi jî di warê dîrokî de.

Collage illustration of the Smoot-Hawley Tariff Act (Chin Soo Park / VOA News)

Qanûna Smoot-Hawley ya Gumrikê (1930)

1930

(Chin Soo Park/VOA News)

Di destpêka sedsala 20’an de Amerîka gavên aborî yên mezin avêt. Lê dema ku Krîza Aborî ya Mezin (Great Depression) sala 1929’an destpê kir, Kongrasa ku di destê Komarîyan de bû hewl da ku alîkarîya cotkarên Amerîkî bike ewên ku herî zêde ziyan dîtibûn. Ew alîkarîya bi şêweyê danîna baca gumrikê ser kelûpelên ji derve hat da ku cotkaran ji hevrikîya biyanî biparêzin.

Aborîzan û karsaz li dijî wê hizirê bûn, jiber ku wan digot di wê qonaxê de Amerîka ji xwe derfirotin dikir bêtir ku kelûpelan ji derve bîne. Lê belê, ew pêşniyar ji alîyê Serok Herbert Hoover hate îmzekirin û di sala 1930 de êdî bû qanûn. Di encamê de bac li ser dora 2,000 cûreyên kelûpelên ji derve bi rêjeyên heta 50% hatin danîn. Ew jî rêjeya herî bilind di dîroka Amerîkayê de bûn.

Erêkirina wê qanûnê demûdest bû sedema nerazîbûna hevparên barzirganî yên Amerîkî yên herî mezin. 10 welatan gavên tolhildanê avêtin. Fransa bacên giran danî ser otomobîlên Amerîkî. Kanada jî gumrik danî ser gelek kelûpelên Amerîkî û di heman demê de gumrika ji ser yên Brîtanî kêm kir. Li welatên wekî Îtalya û Swîsra jî bangên boykotkirina berhemên Amerîkî bi tevahî derketin holê.

Ligel bandora berdewam ya Great Depression, ev gavên tolhildanê di çend salên piştre de bûn sedema kêmbûn derfirotinên Amerîkî bi rêjeya 66%.

Gumrik dawî di sala 1934’an de ji alîyê Serokê Franklin D. Roosevelt hatin kirin. Li şûn wan, Roosevelt rêkeftinên dualî bi awayekî dîrekt ligel welatan hatin kirin. Ji wê çaxê ve, Qanûna Smoot-Hawley ya Gumrikê bûye mînaka siyaseta bazirganî ya ziyandar.

Collage illustration of U.S.-Japan semiconductor and manufacturing conflict (Chin Soo Park / VOA News)

Nakokîya Alavên Teknolojî û Hilbirînê ya Amerîka û Japonê (Salên 1980î)

Salên 1980î

(Chin Soo Park/VOA News)

Piştî têkbirina Japonê di Şerê Cîhanê yê Duyê de, Amerîka berevanîya wî welatî misoger kir û di heman demê de handana pêşveçûna wî ya pîşesazî û aborî kir wekî rêgir li ber belavbûna komunîzmê li Asyayê.

Lê ew stratejî zêde baş bû. Bi alîkarîya siyasetên aborî yên parastinê û rêjeyeke baş ya pevguhertinê ligel dolarê Amerîkî, Japon êdî bû hêzeke serekî di çêkirina berhemên pêşketî wekî otomobîl û kelûpelên elektronî. Heta sala 1980, newekhevîya di navbera Amerîka û Japonê de gihişt bêtirî 40 milyar dolar. Ev kêmahîya ku sêyek ji bazirganîya giştî pêk dianî, xembarîyên derbarê serdestîya Japonî ya aborî derxistin.

Çend hewlên diplomatîk jibo çareserkirina kêmahîya bazirganî hatin kirin. Ji ber ku Japonê xwe dispart Amerîkayê jibo berevanîyê, wî qebûl kir ku kota ser derfirotinên otomobîl û polayê werin danîn, tevî ku Amerîka gumrik danî ser alavên teknolojî (semiconductor).

Di heman demê de, Peymana Plaza ya piralî sala 1985’an li Hotela Plaza ya New Yorkê hate îmze kirin. Mebesta wê peymanê ew bû ku derfirotinên Amerîkî werin zêdekirin bi rîya kêmkirina nirxê dolarê Amerîkî hember pereyên din.

Tevî van hewldanan, kêmahîya bazirganî ligel Japonê di dirêjahîya salên 1980’î de berdewam kir. Di dawîyê de, ew ne be siyaseta bazirganî hate çareserkirin, lê jiber fakterên aborî yên berfirehtir. Wekî mînak, lawazbûna aborî ya Japonê ku dora 10 salan di 1990’î de dirêj kir.

Collage illustration of banana trade wars (Chin Soo Park / VOA News)

Şerên Mûzan (1993-2009)

1993-2009

(Chin Soo Park/VOA News)

Di sedsala 20an de, bazara cîhanî ya mûzan ji alîyê kompanîyên girêdayî Amerîkayê ve li Amerîka Naverast û ya Başûr hate kontrolkirin. Lê belê, Yekîtîya Ewrupa (YE) kotayên baş jibo kirîna mûzan li welatên Karîbî bidest xistibû.

Ev yek bû sedem ku pênc welatên Amerîka Latînî û Amerîka gilînameyekê di sala 1993’an de rakirin. WTO piştî çar salan biryarek di berjewendîya wan welatan de stand. Tevî ku YE qanûnên xwe guhert, ew kiryar bi giştî wekî gaveke sembolîk hate dîtin ku mijarên serekî çareser nekir.

Wekî bersiv, Amerîka sizayên bazirganî danî ser berhmenên Ewrupî ku nirxê wan gihişt dora 200 milyon dolaran.

Ew nakokî deh salên din jî dirêj bû heta ku sala 2009’an di dawîyê de hate çareserkirin. YE qebûl kir ku gumrika ser mûzên ji Amerîka Latînî kêm bike, li wê dema ku welatên Karîbî gihandina xwe ya bêgumrik bo bazarên YE domand. Ji bilî wê jî, YE bo carekê pere da jibo ku buhayên jiber hevrikîya zêdebûyî serrast bike.

Collage illustration U.S.-E.U. steel tariffs. (Chin Soo Park / VOA News)

Gumrikên Amerîka û Yekîtîya Ewrupa ser Pola (2002-2003)

2002-2003

(Chin Soo Park/VOA News)

Çêkirina pola li Amerîka, ku rojekê ji rojan bêtirî nîvê berhemdana cîhanî bû, ji salên 1980î de di ber xwe de dida. Heta destpêka salên 2000’î, ew rêje daket kêmî 10%. Wekî bersivdana lobîkirinê, rêvebirîya George W. Bush sala 2002’an gumrika parastinê bi rêjeya heta 30% danî ser polayê ji derve.

Ew gav bû sedema nerazîbûna hevparên Amerîkayê yên bazirganî wekî Koreya Başûr, Rûsya û Yekîtîya Ewrupayê. Wan welatan demûdest pêşniyar amade kirin jibo danîna gumrikên tolhildanê ser mirîşk, cil û caw û hêlên esmanî yên Amerîkî.

Herwiha, ew bacên gumrikê bûn sedema bilindbûna buhayên jibo pîşeyên Amerîkî ku pola tê de tên bikaranîn. Vê yekê hişt ku dora 200 hezar kar di sektora bikaranîna polayê de ji dest werin dayîn. Di sala 2003’an de, Rêxistina Bazirganîya Cîhanî biryarek li dijî wan bacên gumrikê da û êdî ew piştî demeke kurt hatin rakirin.

Collage illustration of U.S.-China trade war (Chin Soo Park / VOA News)

Şerê Bazirganî yê Amerîka û Çînê (2018 - niha)

2018 - niha

(Chin Soo Park/VOA News)

Piştî ku Çîn li ber bazarên cîhanê vebû û sala 2001’ê derbasî WTO bû, ew bû hêzeke serekî ya derfirotin û pîşesazîyê. Ligel Amerîkayê jî rêjeya bazirganîya Beijing bi ser ya washingtonê ket.

Ev bûye demeke dirêj ku ev yek bûye cihê xembarîyê bo siyasetvanên Amerîkî wekî Serok Donald Trump, yê ku Çînê tawanbar dike ku ew yekalî sûde ji siyaseta bazirganîya vekirî ya Amerîkayê digire, milkîyeta hişberî didize û dibe sedem ku derfetên kar li Amerîkayê di sektorên pîşesazî de kêm bibin.

Dema ku cara yekê serok bû, ku sala 2017an destpê kir, Trump bacên gumrikê yên berfireh li ser berhemên Çînî danî, di nav de jî berhemên elektronî, alavên bijîşkî û parçeyên mekanîkî. Çînê jî bi bacên gumrikê yên tolhildanê bersiv da, tê de sektorên otomobîl û çandinîyê kir armanc.

Ew girjî ber bi dawîya gera serokatîya Trump kêm bûn, piştî ku Çînê qebûl kir ku qanûnan sivik bike bo wan komapnîyên ku weberhênana biyanî werdigirin. Rêvebirîya Trump jî gumrikên plankirî yên nû rawestand. Lê belê, rêvebirîya Biden ku piştî Trump hat gumrikên berê yên ku Trump danîbû ranekir. Wê herwiha astengîyên bazirganî yên din ragihand, wekî sînorkirina derfirotinan û qedexeyên weberhênanê.

Collage illustration  (Chin Soo Park / VOA News)

Dema Niha

(Chin Soo Park/VOA News)

Şerê bazirganî yê Amerîka û Çînê di serokatîya duyê ya Trump de jî berdewam kiriye. Piştî demeke kurt ku bi serok, Trump gumrika bi rêjeya 10% danî ser berhemên Çînî. Trump herwiha bacên gumrikê bi rêjeya 25% ser Kanada û Meksîkê ragihand. Herdu welat hevparên bazirganî yên Amerîka yên herî mezin in û herwiha nêzîktirîn hevbendên Amerîkayê ne.

Armanckirina hevalbendan bi rîya bacên gumrikê ne tiştekî bêpêşîne ye, wekî çawa nakokîyên berê ligel Yekîtîya Ewrupa û Japonê nîşan didin. Lê derbarê van gumrikên niha fakterên din ji bilî bazirganîyê li xwe dihewînin.

Trump gotiye ku ewê gumrikên ser Kanada û Meksîkê rawestîne eger herdu welat pabend bin ser ewlekarîya sînor û rawestandina qaçaxtîya madeyên hişbir. Ev du mijarên serekî ne di ajendeya Serok Trump de.

Li dema ku hevbîrîya ser bazirganîya navnetewî ya azad têk diçe, siyaseta bazirganî dibêje alavek jibo bicihanîna armancên siyasî yên berfirehtir.