Ground Zero - Wê Çaxê û Niha

Nûavakirina Ground Zero ji 10 avahî û meydanek ku di 11ê Îlonê de winda bûn

Êrîşên terorîstî yên 11'ê Îlonê li ser New Yorkê, ne tenê Avahîyên Cêwî yên Navenda Bazirganîya Cîhanê ruxandin. Di herêma Lower Manhattan de ku paşê wekî 'Ground Zero' hat naskirin, bi giştî 10 avahî, ku her heft avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê jî di nav de bûn, û meydana Navenda Bazirganîya Cîhanê winda bûn. Di nava 25 salên piştî êrîşên 11'ê Îlonê de, karên avakirinê ber bi dawîyê ve çûne. Li cîhê avahîyên kevin, monûmentên bîranînê û avahîyên nû hatin çêkirin. Ev cihên nû ji bo karsazî, kirînûfirotin, veguhastin, hunerên performansê, perwerde û nivêjan tên bikaranîn. Di galerîya wêneyan a Dengê Amerîkayê de dakevin xwarê da ku çîrokên guherîna Ground Zero bibînin û bixwînin.

Ground Zero Map
Spasî: FEMA Lêkolîna Karkirina Avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê Beşa 7 Avahîyên Dorhêl

Ev nexşeya ku di sala 2002'an de ji alîyê Sazîya Rêveberîya Hawarçûnê ya Federal a Amerîkayê (FEMA) ve hatibû weşandin, cîh û warê bircên Navenda Bazirganîya Cîhanê yên orjînal û avahîyên derdorê yên di roja 11'ê Îlonê de nîşan dide. Karbidestên bajarê New Yorkê û endezyarên herêmî, di hefteyên piştî 11'ê Îlonê de avahî kontrol kirin û ev nirxandina zirarê ya bi rengan amade kirin: reş ji bo bi tevahî ruxandin, sor ji bo nîv-ruxandin, şîn ji bo zirara mezin, zer ji bo zirara kêm û kesk jî ji bo bê zirar.

 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Spasî: Pirtûkxaneya Kongreyê, Beşa Resim û Wêneya, Arşîva Balthazar Korab1976

Di sala 1970'î de, avakirina qata 110'an a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Yekê (li alîyê çepê) bidawî bû û niştecihên pêşîn tê de bicih bûn. Ev avahî, yek ji herdu Avahîyên Cêwî (Twin Towers) bû ku ji alîyê avahîsazê Amerîkî Minoru Yamasaki ve hatibûn dîzaynkirin û ji alîyê Rêveberîya Benderê ya New York û New Jersey ve hatibû avakirin. Cihê van avahîyan berê wekî herêma "Radio Row" dihat naskirin, ku taxek li başûrê Manhattanê bû û bi bazarên xwe yên amûrên elektronîk navdar bû.

Avakirina herdu avahîyan di 5'ê Tebaxa 1966'an de bi kolandina bingehê destpê kir. Di avakirina wan de rêbazeke nû û taybet hat bikaranîn. Çarçoveya sereke ya her avahîyekê mîna lûleke çargoşe ya vala hat avakirin. Paşê, ev stûnên pola yên li dora avahîyê, bi rêya tîrêjên qatê ve bi navenda polatî ya avahîyê ve hatin girêdan.

Gava avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanî ya Yekê di sala 1972'an de bidawî bû, bi bilindahîya xwe ya 417 metreyan bû avahîya herî bilind a cîhanê û cihê Empire State Building a New Yorkê girt. Ev avahî di 4'ê Nîsana 1973'an de bi fermî hat vekirin. Lê belê, Navenda Bazirganîya Cîhanî ya Yekê di sala 1974'an de navê xwe wekî avahîya herî bilind ji dest da, piştî ku avahîya Sears Towers a Chicago bi bilindahîya 443 metreyan hat avakirin.

Yek ji taybetmendîyên herî balkêş ên Navenda Bazirganîya Cîhanî ya Yekê xwaringeha bi navê "Windows on the World" bû ku di qatên 106 û 107'an de cih digirt. Ev xwaringeh di 19'ê Nîsana 1976'an de hat vekirin û bû cîhekî navdar ku gelek mirov ji bo geştan diçûn wir.

Di sala 1979'an de, anteneke ragihandinê ya 110 metreyî li ser banê Navenda Bazirganîya Cîhanî ya Yekê hat danîn û bi vê re bilindahîya wê gihîşt 527 metreyan. Lê belê, anten di nirxandina bilindahîya avahîyan de nayên hesibandin, ji ber ku di asta navneteweyî de wekî beşekî avahîsazîyê yê avahîyê nayên qebûlkirin.

Di 24'ê Tîrmeha 2001'an de, Rêveberîya Portê qebûl kir ku Avahîyên Cêwî yên Navenda Bazirganîya Cîhanê û avahîyên nizm ên li dora wê, ji bo 99 salan bi 3.2 milyar dolaran bide kirê ji karsazê Amerîkî Larry Silverstein re.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Spasî: Ray Stubblebine, Reuters11'ê Îlona 2001'an

Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Yekê ku wekî Avahîya Bakur jî dihat naskirin, di êrîşên 11'ê Îlonê (9/11) de bû avahîya yekem ku di demjimêr 08:46'an de firokeke revandî li ket. Piştre di demjimêr 10:28'an de, ew bû avahîya duyem ku hilweşîya.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Hewza Bîrewerîyê ya Bakur a Nû
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Hewza Bîrewerîyê ya Bakur ku li ser cihê Avahîya Bakur hatîye çêkirin, di 2011'an de ber bi dawîbûnê ve diçû. Ev hewz ji alîyê avahîsazê Îsraîlî-Amerîkî Michael Arad û avahîsazê Amerîkî Peter Walker ve hatibû dîzaynkirin. Ew beşek ji bîranîna niştimanî ya 11'ê Îlonê ye. Ev bîrewerîya nû, di 11'ê Îlona 2011'an de bi merasîmekê ji bo malbatên qurbanîyan hat vekirin, û roja din derîyên xwe ji bo her kesî vekir.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Hewza Bîranînê ya Bakur a Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Hewzên bîrewerîyê yên Bakur û Başûr xwedîyên mezintirîn sûlavên çêkirî li Amerîkaya Bakur in, ku her yek ji wan neh metreyan diherike nav hewzeke çargoşe. Avahîsaz Arad dibêje ku ev hewz nîşana "valahîya berçav" e, ku tê de av diherike nav cihên vala yên ku ti carî tije nabin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Li ser dîwarê bronzî yê li dora hewza Bakur, navên qurbanîyên 11'ê Îlonê hatine nivîsandin. Di nav wan de navên kesên di nav avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Yekê de bûn, navên rêwîyên firoka "American Airlines Flight 11" ya ku li avahîyê xistibû, û navên qurbanîyên teqîna terorîstî ya 26'ê Sibata 1993'an a li binê Avahîya Bakur hene.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an a Resen

Hewza Bîrewerîya ya Bakur a Nû
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • Bîrdarî û Muzexaneya Neteweyî ya 11'ê Îlonê
  • NYCTourist.com
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Muzexaneya Skyscraper
  • WTC.com (Silverstein Properties) / Spectrum News NY1
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Spasî: CoStar GroupDem Nayê Zanîn

Di sala 1971'ê de, avakirina qata 110'an a Avahîya Duyem a Navenda Bazirganîya Cîhanê bidawî bû û niştecihên pêşîn tê de bi cih bûn. Ew bi bilindahîya xwe ya 415 metreyan bû avahîya duyem a herî bilind li cîhanê. Avakirina wê di sala 1973'an de bi tevahî bidawî bû.

Di 24'ê Tîrmeha 2001'an de, Rêveberîya Portê qebûl kir ku Avahîyên Cêwî yên Navenda Bazirganîya Cîhanê û avahîyên nizm ên li dora wê, ji bo 99 salan bi 3.2 milyar dolaran bide kirê ji avakerê Amerîkî Larry Silverstein re.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Spasî: Sean Adair, Reuters11'ê Îlona 2001'an

Avahîya Duyem a Navenda Bazirganîya Cîhanê (li alîyê çepê) ku wekî Avahîya Başûr jî dihat naskirin, di êrîşên 11'ê Îlonê de bû avahîya duyem ku di demjimêr 09:03'an de firokeke ku hatibû revandin li wê ket. Lê belê, ew bû avahîya yekem ku di demjimêr 09:59'an de hilwesîya.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Hewza Bîrewerîyê ya Başûr ya Nû
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Hewza Bîranînê ya Başûr ku li ser cihê Avahîya Başûr hatîye çêkirin, di 2011'an de ber bi dawîbûnê ve diçû. Ev hewz ji aliyê avahîsazê Îsraîlî-Amerîkî Michael Arad û avahîsazê Amerîkî eter Walker ve hatibû çêkirin. Ew beşek ji bîranîna neteweyî ya 11'ê Îlonê bû. Ev bîrdarîya nû, di 11'ê Îlona 2011'an de bi merasîmekê ji bo malbatên qurbanîyan hat vekirin, û roja din deriyên xwe ji bo hemû kesî vekir.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Hewza Bîrewerîyê ya Başûr ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Hewzên bîrewerîyê yên Bakur û Başûr, xwedîyê herî mezin sûlavên çêkirî ne li Amerîkaya Bakur, ku her yek ji wan neh metreyan diherike nav hewzeke çargoşe. Avahîsaz Arad dibêje ku ev hewz nîşana "valahîya berçav" in, ku tê de av diherike nav cîhên vala yên ku ti carî tije nabin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Li ser dîwarê bronzî yê li dora hewza Bakur, navên qurbanîyên 11'ê Îlonê hatine nivîsandin. Di nav wan de navên kesên di nav Avahîya Dueym a Navenda Bazirganîya Cîhanê de bûn, navên rêwîyên firoka "United Airlines Flight 175" ya ku ji alîyê terorîstan ve li avahîyê hat xistin, û navên tîmên hawarçûnê hene. Herwiha navên kesên li Pentagonê, rêwîyên firoka "American Airlines Flight 77" ya ku li Pentagonê ket, û navên rêwîyên firoka "United Airlines Flight 93" ya ku li Shanksville a Pennsylvaniayê ket jî li wir hene.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Resen

Hewza Bîrewerîyê ya Başûr ya Nû
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • Bîrdarî û Muzexaneya Neteweyî ya 11'ê Îlonê
  • NYCTourist.com
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Muzexaneya Skyscraper
  • WTC.com (Silverstein Properties) / Spectrum News NY1
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Spasî: David Ohmer15'ê Gulana 2001'an

Avahîya Sêyem a Navenda Bazirganîya Cîhanê di sala 1981'ê de hat vekirin. Hotela "Vista International" ku ji 22 qatan û 800 odeyan pêk dihat, bû yekem hotela bi navûdeng û mezin li başûrê Manhattanê. Di 26'ê Sibata 1993'an de, bombeyek li parkinga jêrerdê ya Navenda Bazirganiya Cîhanê teqîya. Di vê bûyerê de şeş kes mirin û zirar gihîşt beşên binê hotelê jî. Piştî çêkirin û nûkirinê, hotel di meha Mijdara 1994'an de dîsa hat vekirin. Di sala 1995'an de, kompanîya "Marriott International" rêveberîya hotelê girt ser xwe û navê wê guhert kir "Marriott World Trade Center."

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Spasî: Bill Biggart11'ê Îlona 2001'an

Piştî ku firokên revandî li Avahîyên Cêwî xistin, karmendên hotelê bi sedan mirovên ji avahîyê derxistin û rizgar kirin. Wan herwiha alîkarî da bi sedan karkerên ku ji Avahîya Bakur derdiketin. Karker di salona hotelê re derbas kirin û ew birin ber bi dergehê başûr ê hotelê ku vedibû ser kolana "Liberty Street."

Hilweşîna Avahîya Başûr di demjimêr 09:59'an de parçebûneke mezin li navenda hotelê çêkir û ew kir du beş. Ev hilweşîn di wê wêneyê de tê dîtin ku ji alîyê wênegirê serbixwe yê Amerîkî Bill Biggart ve li ser kolana "West Street" hatibû girtin. Dûv re, hilweşîna Avahîya Bakur di demjimêr 10:28'an de Bill Biggart kuşt, tenê çend saniyeyan piştî ku wî wêne girt, û piranîya herêmên mayî yên hotelê rûxand, ji bilî beşekî piçûk ji çend qatan li alîyê başûr. Biggart yekem û yekane wênegirê profesyonel bû ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da.

Spasî: Wikimedia Commons, wênegir nayê zanîn2001, piştî 11'ê Îlonê

Li gor lêkolîneke rojnameya New York Times a sala 2002'an, di êrîşa li ser hotela Marriot de 2 xebatkar û herî kêm 41 karmendên agirkujîyê hatin kuştin. Berdevka Marriot ragihand ku 11 mêvanên tomarkirî jî winda ne. Ew bêhtirî agahîyan li ser bûyerê didin New York Times bixwînin.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Meydana Bîrewerîyê ya Nû
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Cihê hotela Marriott a berê bû parçeyek ji Meydana Bîranînê ya 11'ê Îlonê. Ev meydan ji alîyê avahîsazê Îsraîlî-Amerîkî Michael Arad û avahîsazê Amerîkî Peter Walker ve hat çêkirin. Meydan di 11'ê Îlona 2011'an de ji bo malbatên qurbanîyan hat vekirin, û roja din jî ji bo gel hat vekirin.

Desthilatdarîya Benderê ya New York û New Jersey, ku erdê ku hotelê wêrankirî li ser milkê wê ye, deverê paqij dikin da ku bibe beşek ji Meydana Bîrewerîyê. Ew di Cotmeha 2003'an de gihîştin rêkeftinekê ku girêbesta kirê ya Marriot betal bikin ku biryar bû heta sala 2094'an dirêj kiriba. Ew peyman êdî berpirsîya avakirina hoteleke nû ji stûyê Marriot derxist.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Sazîyên xizmetê yên Meydana Bîrewerîyê ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Bêhtirî 400 darên berûyê yên spî li dora herdu hewzên Meydana Bîrewerîyê hene.

Li ser cihê hotela berê du avahîyên biçûk jî hene. Kompanîya avahîsaz Peter Walker a bi navê PWP Landscape Architecture ku meydan çêkirîye, dibêje ku ev herdu avahî hewayê paqij didin cihên di binê meydanê de. Herwiha di van avahîyan de cihên xizmetguzarîyê û navendeke ewlekarîyê jî hene.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê / Marriot ya 3'an a Resen

Sazîyên xizmetê yên Meydana Bîrewerîyê ya Nû
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • New York Times
  • Newsweek
  • PWP Landscape Architecture
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Spasî: Li ser bloga WordPressê cihên Long Island û NYC yên ku êdî nîninDem Nayê Zanîn
Spasî: Ross Schendel & Ryan Seal21'ê Tebaxa 2001'an

Li gor dîrokê, Avahîya 4'an a Navenda Bazirganîya Cîhanî ku avahîyeke nivîsgehê ya 9-qatî bû, di sala 1977'an de ji bo xebatkaran hat vekirin. Kompanîyên mezin mîna Deutsche Bank û New York Board of Trade di nav vê avahîyê de bûn.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Spasî: Joel Meyerowitz, Bi Xêra Galerîya Howard Greenberg26'ê Îlona 2001'an
Spasî: Andrea Booher, FEMA18'ê Îlona 2001'an

Most of 4 WTC is crushed by the collapse of the South Tower on 9/11. Its remains are demolished as part of the Ground Zero cleanup.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 4'an
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Di sala 2011'an de, Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 4'an ya nû li ser cihê avahiya berê dihat çêkirin. Ev avahî ji alîyê kompanîya avahisazîyê ya Japonî Maki and Associates ve hat sêwirandin, û ew beşek e ji plana giştî ya sala 2003'an a avahisazîyê Amerîkî Daniel Libeskind ji bo nûkirina Navenda Bazirganîya Cîhanê. Kompanîya Silverstein Properties di 26'ê Tebaxa 2010'an de destûr girt ku vê avahîyê ava bike û bixebitîne, li gor peymana kirekirinê ya bi Rêvebirîya Portê ya New York û New Jersey re.

Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû ya 3'an
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Di sala 2011'an de, Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 3'an ya nû li ser parçeyekî din ê cihê avahîya berê dihat çêkirin. Ev birc ji alîyê kompanîya avahisazîyê ya Brîtanî Rogers Stirk Harbour + Partners ve hat sêwirandin. Ew beşek e ji plana giştî ya sala 2003'an a avahisazê Amerîkî Daniel Libeskind ji bo nûkirina herêma Navenda Bazirganiya Cîhanê. Kompanîya Silverstein Properties di 26'ê Tebaxa 2010'an de destûr girt ku vê avahîyê ava bike û bixebitîne, li gor peymana kirekirinê ya bi Rêvebirîya Portê ya New York û New Jersey re.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Avahîya 4'an a Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû ku ji 72 qatan pêk tê, di 13'ê Mijdara 2013'an de hat vekirin. Bilindahîya wê 297 metre ye, û dema ku avakirina hemû avahîyan bidawî bibe, dê bibe 4'emîn avahîya herî bilind li herêma Navenda Bazirganiya Cîhanê. Avahisaz Fumihiko Maki vê avahîyê wekî "avahîyeke hêsan, aram û birûmet" bi nav dike.

Sêyeka cihê ofîsan ê Avahîya 4'an a Navenda Bazirganiya Cîhanê dibe navenda nû ya Rêvebirîya Portê ya New York û New Jersey. Kompanî û saziyên din ên ku li vir ofîs girtine ev in: Hikûmeta Bajarê New Yorkê, Mediamath, Morningstar, SportsNet New York (SNY), Spotify, Sterling Entertainment û kompanîya bîmeyê ya Zurich American Insurance Company.

Di beşa binî ya Avahiya 4'an a Navenda Bazirganiya Cîhanê de cihên kirînê û firoşgeh hene. Ji van sê qat li ser erdê ne û du qat jî di bin erdê de ne.

Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû ya 3'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Avahîya 3'an a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ku ji 80 qatan pêk tê, di 11'ê Hezîrana 2018'an de hat vekirin. Bilindahîya wê 328 metre ye, û dema ku avakirina hemû avahîyan bidawî bibe, dê bibe avahîya 3'emîn a herî bilind li herêma Navenda Bazirganîya Cîhanê.

Taybetmendiyên herî balkêş ên Avahîya 3'an ev in ku sîstema hesinî ya dervayî ya bi şêwazê tîpa"K" û balkonên li ser qatên 17, 60 û 76'an. Kompanî û sazîyên ku li vir ofîs girtine ev in: Asana, Casper Sleep, Cozen O’Connor, Diageo, GroupM, Hudson River Trading, IEX Group, Kelley Drye & Warren, McKinsey & Company û Uber. Herwiha di avahîyê de pênc qatên cihên firoşgehê jî hene.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 4'an a Resen

Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû ya 4'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re ragihand ku di meha Tebaxa 2026'an de, 97% cihên Avahîya 4'an hatine kirekirin. Pênc kirêdarên herî mezin ên avahîyê li gor mezinbûna xwe ev in: Rêvebirîya Benderê ya New York û New Jersey ku hîn jî kirêdara herî mezin e, Spotify ku di salên dawî de bi rêya kirekirina ji bo kesên din cihê xwe piçûk kiriye, Hikûmeta Bajarê New Yorkê, kompanîya bîmeyê ya Zurich American Insurance û StubHub ku di sala 2024'an de beşek ji cihê Spotify kire kiribû.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû ya 3'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re ragihand ku di meha Tebaxa 2026'an de, 89% cihên Avahîya 3'an hatine kirekirin. Pênc kirêdarên herî mezin ên avahiyê li gor mezinbûna xwe ev in: WPP Media, ku di sala 2025'an de navê wê ji GroupM hat guhertin, ku li Amerîkayê ye û girêdayî kompanîya reklamê ya Brîtanî WPP ye; kompanîya veguhastinê ya Amerîkî Uber ku di salên dawî de çend caran cihê xwe mezin kirîye, Freshfields Bruckhaus Deringer, Hudson River Trading û McKinsey & Company.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • CNN/CoStar Group
  • New York Post
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Silverstein Properties
  • WTC.com (Silverstein Properties)
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Spasî: Li ser bloga WordPressê cihên Long Island û NYC yên ku êdî nîninDem Nayê Zanîn

Avahîya 5'an a Navenda Bazirganîya Cîhanê ku avahîyeke nivîsgehê ya 9-qatî bû, di sala 1972'an de ji bo xebatkaran hat vekirin. Kompanîyên mezin mîna Credit Suisse First Boston û Morgan Stanley di nav vê avahîyê de bûn.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Spasî: Bri Rodriguez, FEMA News27'ê Îlona 2001'an

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 5'an piştî êrîşên 9'ê Îlonê. Ew hatiye rûxandin wekî beşek ji paqijkirina Ground Zero.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an a Nû
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Di sala 2011'an de, xebatên bingehîn ji bo Avahîya 2'yan a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû li ser beşa bakur a cihê avahîya berê destpê kirin. Rêvebirîya Benderê ya New York û New Jersey, ku xwedîyê vî erdî ye, di 26'ê Tebaxa 2010'an de plana avakirinê ya kompanîya Silverstein Properties pejirand û pesend kir.

Plana pêşîn a Avahîya 2'yan a sala 2006'an, ku ji alîyê kompanîya avahisazîyê ya Brîtanî Foster + Partners ve hatibû amadekirin, nîşan dida ku ev avahî dê ji 79 qatan pêk bê. Herwiha bi bilindahîya xwe ya 411 metreyan, plan ew bû ku bibe avahîya duyemîn a herî bilind li herêma Navenda Bazirganîya Cîhanê.

Plana nû ya Avahîya 2'yan a Navenda Bazirganîya Cîhanê ji alîyê Foster + Partners ve (2006)
Spasî: Foster + Partners

Taybetmendîya herî balkêş a vê planê banê avahîyê ye, ku ji çar parçeyên bi şêwazê elmasê pêk tê. Ev ban ber bi jêr ve, anku ber bi hewzên Meydana Bîranînê ve xwar dibe, ku berê Avahîyên Cêwî li wir bûn.

Navenda Veguhastinê ya Oculus a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû
Spasî: Alison Klein, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Di sala 2011'an de, Navenda Veguhastinê ya Oculus a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû li ser beşa başûr a cihê avahîya berê dihat çêkirin.

Ev navend wekî stasyoneke nû ji bo tora trênê ya Port Authority Trans-Hudson (PATH) kar dike, ku navçeya Manhattan a bajarê New Yorkê bi herêma bakur-rojhilatê New Jersey ve girê dide. Ev stasyona nû cihê stasyoneke demkî girt ku di 23'ê Mijdara 2003'an de hatibû vekirin. Wê stasyona demkî xeta trênê ya PATH a ji bo Lower Manhattanê ku ji dema êrîşa 11'ê Îlonê ve hatibû sekinandin, ji nû ve dabû destpêkirin.

Kompanîya ku stasyonê bi rê ve dibe, anku Rêvebirîya Portê ya New York û New Jersey, di Çileya 2004'an de plana stasyonê ya nû pejirand, ku ji alîyê avahîsazê Spanî Santiago Calatrava ve hatibû çêkirin, û plan ew bû ku di sala 2009'an de vebe. Lê belê, guhertinên di planê de bûn sedema derengmayînê, loma avakirina beşa ser erdê heta Tîrmeha 2008'an destpê nekir.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 2'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Qatên di bin erdê de û avahîya bingehîn a Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an di Berfanbara 2012'an de heta asta kolanê hatin temamkirin.

Avakirina avahîyê di sala 2013'an de ji alîyê kompanîya Silverstein Properties ve hat sekinandin, ji ber ku wan li benda dîtina kirêdarên mezin bûn, û cihê avahîyê heta meha Îlona 2021'an jî bêçalakî ma.

Kompanîya avakirinê di sala 2015'an de planeke nû ji bo Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an ragihand. Ev plan wekî beşek ji peymana pêşîn a bi kompanîyên News Corp. û 21st Century Fox re hat çêkirin, da ku ew nêzîkî nîvê cihê nivîsgehên vêavahîyê kire bikin.

Modela ku ji alîyê koma Danîmarkî Bjarke Ingels Group (BIG) ve hatibû çêkirin, avahîyeke ji heft qutîyên mezin ên li ser hev nîşan dida. Herwiha bilindahîya vê planê nêzîkî bilindahîya plana pêşîn a Foster + Partners bû.

Spasî: DBOX

PIştî ku herdu kompanîyên mezin ên medyayê yên Amerîkî biryar girtin ku Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an kire nekin, kompanîya Silverstein Properties di Çileya 2020'an de ji Foster + Partners xwest ku guhertineke mezin di projeya xwe ya sala 2006'an de çêkin.

Kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re ragihand ku di rojên berîya 20 salîya êrîşa 11'ê Îlonê de, xebatên guhertina projeya Foster + Partners hîn jî berdewam dikirin, û ti rojeke diyarkirî tune bû ku wê modela nû ya Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an ji bo gel were nîşandan.

Dîwarê hesinî yê li dora cihê avahîya bêçalakî ya Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an bû cihê seredana tûrîstan, ji ber ku wêneyên rengîn li ser dîwarên wê yên dervayî hatibûn çêkirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Ev nexş û wêneyên rengîn di Hezîrana 2018'an de, li ser daxwaza kompanîya Silverstein Properties û Rêvebirîya Benderê ya New York û New Jersey hatin çêkirin. Hunermendan ev proje di meha Îlonê ya heman salê de qedandin, da ku bi wêneyên xweş herêmê bedew bikin. Paşê, di Cotmeha 2026'an de, li alîyê Church Street cihê vexwarinê yê bi navê Oculus Beer Garden hat vekirin.

Navenda Veguhastinê ya Oculus a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Navenda Veguhastinê ya Oculus a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû di 3'ê Adara 2016'an de ji bo gel hat vekirin. Di wê demê de, firoşgehan û hin derîyên li ser asta kolanê hîn venebûbûn.

Banê spî û yê herî balkêş ê stasyonê ji du perçeyên mîna baskan pêk tê ku li ser du kemberan xwar dibin. Li gor avahîsaz Calatrava, armanca vê sêwiranê ew e ku dişibe kevokek ku ji destên zarokekî tê berdan. Di navbera herdu kemeran de pencereyeke dirêj a banî heye ku di rojên xweş de û her sal di 11'ê Îlonê de vedibe da ku ronahiya esman bide hundir.

Ev bihayê bilind ê ku digihîje 4 mîlyar dolarî, vê navendê dike herî biha stasyona trênê ya Amerîkayê. Ev biha nêzîkî du qatê budceya wê ya pêşîn e ku 2.2 mîlyar dolar bû. Herwiha, temamkirina vê stasyonê ji wextê ku di destpêkê de hatibû plankirin, heft sal zêdetir dom kir.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Du qatên di binê asta kolanê yên vê stasyonê de dibin cihê beşek ji navenda firoşgehê ya Westfield World Trade Center, ku ji alîyê kompanîya xanîyan a bazirganî ya Fransî Unibail-Rodamco-Westfield (URW) ve tê birêvebirin. Ev navend cihê kirînê yê binerdî û yek-qatî girt ku di êrîşa 11'ê Îlonê de li binê navenda herêma bazirganîyê ya berê hatibû rûxandin.

Navenda kirînê ya Oculus û rêyên din ên ketina ser asta kolanê di 16'ê Tebaxa 2016'an de hatin vekirin.

Spasî: Andrew Kelly, Reuters11'ê Mijdara 2020'an

Navenda Oculus cara yekem di 10'ê Mijdara 2020'an de, ji bo pîrozkirina Roja Bîranîna Leşkerên Berê (Veterans Day), bi rengên sor, spî û şîn hat ronîkirin. Ev yek piştî wê hat ku Rêvebirîya Portê sîstema xwe ya ronahîyê nû kir û ronahiyên LED ên ku reng diguherînin û enerjîyê kêm dixwin bi kar anîn. Rêveberîyê ragihand ku danîna 13,000 ronahîyên LED li Oculus û cihên din ên herêma Navenda bazirganîya Cîhanê dê gaza karbonê kêm bike û di sala yekem de 700,000 dolaran biparêze.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 2'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

13 sal piştî sekinandina avakirina Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 2'yan di asta kolanê de, di 25'ê Sibata 2026'an de biryareke mezin û nû hat ragihandin. Parêzgara eyaleta New Yorkê Kathy Hochul got ku kompanîya pereyan ya Amerîkî American Express qebûl kirîye ku vê avahî siberojê bike navenda xwe ya nû ya Cîhanê, û ewê bibe yekane xwedî vê avahîyê.

Wê got ku avahîya nû ya American Express dê ji alîyê kompanîya Silverstein Properties ve li ser cihê Rêvebirîya Benderê ya New York û New Jersey were çêkirin. Li gor vê peymanê, mafê kirekirina dirêj a vî cihî ji kompanîya avakirinê derbasî destê American Express bû.

Birca nû, ku ji alîyê kompanîya Foster + Partners ve hat sêwirandin, dê ji 55 qatan pêk bê û bilindahîya wê bigihîje 373 metreyan. Tê payîn ku ev avahî di sala 2031'an de bidawî bibe û bibe birca duyemîn a herî bilind li herêma Navenda Bazirganîya Cîhanê.

Li gor wêneyên ku ji alîyê malpera nûçeyan a herêmî New York YIMBY ve hatine weşandin, berpirsîyaran di meha Adara 2026'an de destpê kirin ku percanên spî li dora cihê avakirina bêçalakî ya Avahîya 2'yan a Navenda Bazirganîya Cîhanê deynin. Herwiha, wêneyên din ên destpêka meha Gulana 2026'an nîşan didin ku makîneyên avakirinê li ser wî cihî hatine amadekirin.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Cihê vexwarinê yê bi navê Oculus Beer Garden, ku ji sala 2020'an heta 2025'an li alîyê Church Street li ser cihê Avahîya 2'yan a Navenda Bazirganîya Cîhanê kar dikir, ji ber amadekarîyên avakirinê êdî nayê danîn.

Kompanîya American Express di 9'ê Tîrmeha 2026'an de merasîmeke destpêkirina avakirinê ji bo Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 2'yan çêkir. Di vê merasîmê de bi sedan kes mîna xebatkar, berpirsîyarên hikûmetê û hevkarên projeyê amade bûn. Rêvebira Revebirîya Portê Kathryn Garcia ji mêvanan re got: “Dema em nêzîkî 25 saliya êrîşa 11'ê Îlonê dibin, destpêkirina avakirina Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 2'yan ne tenê gaveke girîng e ber bi pêş ve ji bo Lower Manhattanê, lê di heman demê de nîşaneke mezin û biwate ye ji bo hêz û berxwedana New Yorkê li hemberî hemp zehmetîyan.

Navenda Veguhastinê ya Oculus a Navenda Bazirganiya Cîhanê ya Nû
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Navenda bazarê ya Westfield li Oculus a Navenda Bazirganîya Cîhanê, di meha Tebaxa 2026'an de salvegera xwe ya 10'an pîroz dike. Ev pîrozkirin dê 10 rojan berdewam bike û di 7'ê Tebaxê de bi birîna rîbonê û nexşê kulîlkan ê bi navê “Ten in Bloom” destpê bike. Di dema pîrozkirinê de muzîka zindî, çêkirina huner, diyarî û fersendên taybet ji aliyê zêdetirî 70 firoşgeh û xwaringehên Oculusê ve tên pêşkêşkirin.

Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Li gor agahdarîya Rêvebirîya Benderê, her roj 200,000 kes di Oculus re derbas dibin. Ev der, ku piranîya wan rêwî ne, ji bo gihîştina 12 xetên metroyê yên New Yorkê û trênên PATHê yên ku Manhattanê bi New Jerseyê ve girêdidin, tê bikar anîn.

Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Siberoj
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 2'an
Spasî: Foster + PartnersSibata 2026'an

Wêne û sêwiranên nû yên avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 2'an ku di meha Sibata 2026'an de hatin parvekirin, nîşan didin ku ev avahî dê ne mîna bloka rast û yekparçe, lê belê qat bi qat bilind bibe. Avahî ji binî ve wek çargoşe dest pê dike û her ku diçe jorê zirav dibe. Ji ber vê sêwiranê, li ser avahiyê sê balkonên mezin û şeş baxçeyên li quncikan çêdibin ku ji binî heta jora bircê dirêj dibin.

Spasî: Foster + PartnersSibata 2026'an
Spasî: Foster + PartnersSibata 2026'an

Li gor daxuyanîya American Expressê, navenda wan a nû dê cîhên xebatê yên nûjen, rehet û her cûre îmkanên herî baş pêşkêş bike da ku alîkarîya afirandin, hevkarî û tenduristîya xebatkaran bike. Taybetmendîya herî girîng a vê bircê cihên berfireh û vekirî ne. Di nav van cihan de balkon û baxçeyên xwezayî hene, ji bo ku xwezayê bînin nav cihê kar.

Çavkanî
  • 6sqft (nûçeyên li ser taxên bajarê New York)
  • American Express
  • amNY.com
  • Kovara Architectural Digest
  • The Architect’s Newspaper
  • Business Insider
  • CNN/CoStar Group
  • GothamToGo Art & Culture
  • New York Daily News
  • New York Post
  • New York Times
  • New York YIMBY (Yes In My Backyard)
  • Oculus Beer Garden (hesabê Instagramê)
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Santiago Calatrava Architects & Engineers
  • Silverstein Properties
  • Skyscrapernews.com – Arşîva Herî Mezin a Avahîyên Bilind a Brîtanyayê
  • Wall Street Journal
  • Warburg Realty
  • Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Westfieldê
  • WTC.com (Silverstein Properties)
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Spasî: Li ser bloga WordPressê cihên Long Island û NYC yên ku êdî nîninDem Nayê Zanîn

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an, ku avahîyeke heşt qatî bû û wekî Avahîya Gumrika Amerîkayê dihat nasîn, di sala 1974'an de vebû. Saziyên ku tê de bûn piranî dezgehên hikûmeta federal bûn, mîna wezaretên Çandinî, Bazirganî û Kar, û herwiha Buroya Alkol, Tûtin û Çekan.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Spasî: Wêne ji alîyê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ve, wênegirê serekî Eric J. Tilford17'ê Îlona 2001'an

Hilweşîna Birca Bakur di êrîşên 11'ê Îlonê de, ziyaneke mezin da Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an û di nav avahîyê de çalên kûr çêkirin. Piştre, di dema paqijkirina devera Ground Zero (cihê êrîşê) de, ev avahî bi tevahî hat rûxandin.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 1'an
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Di sala 2011'an de, avahîya nû ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an li ser heman cîhî, li alîyê rojavayê avahîya kevin, ji nû ve dihat avakirin.

Ev birc, ku di destpêkê de navê wê 'Birca Azadîyê' (Freedom Tower) bû, ji alîyê avahîsazê Amerîkî David Childs ve hat sêwirandin. Paşê, Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey di 27'ê Nîsana 2006'an de dest bi avakirina wê kir.

Avaker Larry Silverstein di 25'ê Nîsana 2006'an de daxuyaniyek da rojnamevanan. Wî got ku wî mafê avakirina Birca Azadîyê da Rêveberîya Portê. Silverstein gişta avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê di Tîrmeha 2001'ê de ji heman saziyê bi kirê girtibû. Di beramberî vê yekê de, karê avakirina bircên nû yên bi hejmarên 2, 3 û 4 yên Navenda Bazirganîya Cîhanê ji bo şîrketa wî ma.

Avahîsaz David Childs ya ji bo Birca Azadîyê cuda ye ji sêwirana Daniel Libeskind ya sala 2002'an, ku di sala 2003'an de ji alîye kompanîya Lower Manhattan Development Corporation ve hatibû pejirandin. Lê dîsa jî, Childs ramaneke girîng a Libeskind parast û bilindahiya bircê gihand 542 metreyan, anku 1776 feet. Ev hejmar sembola sala serxwebûna Amerîkayê ye.

Rêveberîya Portê di 27'ê Adara 2009'an de navê Birca Azadîyê guhert û kir One World Trade Center. Paşê, di 7'ê Tîrmeha 2010'an de, kompanîya xanîyan a bi navê The Durst Organization wekî hev-avaker tevli Rêveberîya Portê bû ji bo avakirina Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an.

Heta Îlona 2011'an, avakirina bircê gihîşt qata 80'emîn. Bi giştî tê plankirin ku ev birc bibe 104 qat.

Stasyona Demkî ya PATH'ê
Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Li alîyê rojhilatê vê qadê, stasyoneke demkî ya trêna Port Authority Trans-Hudson (PATH)ê hat avakirin. Ev tora trênê Manhattan a New Yorkê û bakurê rojhilatê New Jerseyê girêdide. Ev stasyon di 23'yê Mijdara 2003'an de hat vekirin û xizmetguzarî3ya trênê ya ber bi Lower Manhattanê ve, ku ji piştî 11'ê Îlonê ve hatibû sekinandin, ji nû ve da destpêkirin.

Spasî: Michael Lipin, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Ev stasyona demkî (ya li aliyê rastê yê wêneyê) dê paşê were rûxandin da ku li şûna wê Navendeke Nû ya Hunera Performansê bê avakirin. Kompanîya Lower Manhattan Development Corporation, ku kompanîyeke hevpar a Herêm û Bajarê New Yorkê ye, di Cotmeha 2004'an de kompanîyên avahîsazîyê yên Amerîkî û Norwêcî Gehry Partners û Snøhetta hilbijartin da ku vê navendê sêwirînin û ava bikin. Lê belê, heta sala 2011'an sêwirana dawî nehat zelalkirin. Ji ber ku li ser cureyê bernameyên navendê nîqaş hebûn û lêçûna zêde ya avakirina wê li ser xetên trêna PATH'ê û parkên erebeyan ên bin erdê fikarên mezin çêkirin.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 1'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an di 3'yê Mijdara 2014'an de vebû. Kompanîya mezin a weşangerîyê Condé Nast wekî kirêdarê yekem ê sereke cîh girt û qatên ji 20 heta 44'an girtin. Bilindahiya bircê 542 metre ye ku minareya 124 metreyî ya li ser banê wê jî tê de ye. Ev yek wê dike avahîya herî bilind a li nîvkada rojava. Avakirina bircê 3.9 mîlyar dolar girt. Şêweyê wê yê taybet ji bingeheke wekî qutîkê destpê dike, paşê heşt sêgoşeyên cam ber bi jor ve diçin û li nîvê bircê şêweyê heştgoşeyekê çêdikin, li ser banî jî dibe çargoşe. Ev şêwe wiha nîşan dide ku qey birc li dora xwe dizivire.

Qatên ji 2 heta 19'an, ku bingeha bircê pêk tînin, û qatên ji 92 heta 99'an tenê ji bo amûr û pergalên teknîkî ne û ti kirêdar tê de nînin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Cihê herî mezin ê geştyarî yê bircê, ku navê wê One World Observatory ye, di 29'ê Gulana 2015'an de li ser qatên 100 û 102'yan vebû. Ev der dîmenekî 360 pileyî yê bajarê New Yorkê nîşan dide û mirov dikare heta 72 kîlometreyan li her alî bibîne. Di bircê de 71 asansor hene û pênc ji wan asansorên bilez in. Ev asansorên bilez geştyaran tenê di 47 çirkeyan de ji erdê dertînin qata 102'yan.

Li Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 1'an, 278 hezar metrekare qada ofîsan heye. Çend saziyên dewleta Amerîkayê û kompanîyên mezin qatên zêde bi kirê girtine. Ji saziyên dewletê yên li wir, Parastina Sînor û Gumrikê, Sazîya Rêveberiya Lezgîn û Rêveberiya Xizmetên Giştî hene. Herwiha kompanîyên wekî DAZN Group, Moody’s, Stagwell Inc. û Wunderkind jî li wir ofîs girtine. Navê şîrketa Wunderkind berê BounceX bû.

Kompanîya The Durst Organization ku Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 1'an bi rêve dibe, ji Dengê Amerîkayê re got ku di Tebaxa 2021'ê de ji 90% qada ofîsên bircê hatine bi kirê girtin.

Navenda Nû ya Hunera Performansê ya Ronald O. Perelman
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Çêkirina bin-erd a Navenda Hunerên Performansê di sala 2018'an de destpê dike. Berî vê, di 3'ê Adara sala 2016'an de stasyona demkî ya PATH'ê hat girtin û paşê hat xirakirin. Di sala 2017'an de jî çêkirina parkkirina binê erdê li wî cihî destpê kir.

Rêveberîya navendê di Mijdara sala 2015'an de fîrmaya avahîyê ya REX a ji New Yorkê hilbijart daku avahîyê ji nû ve sêwirîne. Ev fîrme ji aliyê Joshua Ramus ve tê birêvebirin. Sêwirana pêşîn a ji alîyê Gehry Partners û Snøhetta ve hatibû çêkirin hat betalkirin. Paşê di Hezîrana sala 2016'an de, milyarderê Amerîkî Ronald O. Perelman 75 milyon dolar bexşî projeyê kir û ji ber vê yekê navê wî li navendê hat zêdekirin. Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey ku xwedîyê vî cihî ye, di Sibata sala 2018'an de destûra kirêkirina 99 salan da navendê.

Çêkirina ser erdê ya navendê di deha Îlona sala 2019'an de bi hatina tîrêjên pola destpê dike. Ev xebat di sala 2021'an de jî berdewam dike û di 23'yê Hezîranê de merasîma qedandina avahîyê tê çêkirin.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 1'an
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya The Durst Organization ku yek ji çêkerên Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 1'an ye û wê bi rêve dibe, dibêje ku cihên nivîsgehan ên hatine kirêkirin di Mijdara sala 2024'an de gihîştîye 95%. Ev tarîx dibe 10emîn salvegera vekirina vê bircê.

Kompanîya Durst di Gulana sala 2026'an de peymanek bi weşangerê W Media re îmze kir û cihê nivîsgeha Energy Capital Partners jî mezin kir. Bi vî rengî, rêjeya kirêkirina Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 1'an gihîşt 97%.

Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya Durst dibêje ku Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an li bajarê New Yorkê yek ji wan deran e ku herî zêde tê xwestin. Ev der civata herî mezin a kompanîyên teknolojî, reklam, medya û zanyarîyê dihewîne û hejmara kompanîyên darayî û hiqûqî jî lê zêde dibe.

Navenda Perelman a Nû ya Hunerên Performansê anku Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Çêkirina Navenda Perelman a Nû ya Hunerên Performansê ya li Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 6'an di Gulana sala 2022'an de bêtir bi pêş dikeve. Wêneyên ku ji aliyê malpera nûçeyan New York YIMBY ve hatine weşandin nîşan didin ku rûyê mermerî yê avahîya çargoşeyî ya 42 metreyî hatîye qedandin.

Panelên mermerî yên pêvekirî wisa hatine sêwirandin ku bi şev ronahîyê bidin û ev yek dihêle ku avahîya çargoşeyî mîna ku li ser erdê bihele xuya bike. Di hundirê wê de 3 salonên şanoyê hene ku dikarin ji hev cuda werin bikaranîn an jî bibin 60 şêwazên cihê yên dik û temaşevanan. Ev der dikare ji 90 heta 950 kesan bihewîne.

Navenda Perelman a Hunerên Performansê bi zincîreke çalakîyan di Îlona sala 2023'an de vedibe. Ev vekirin di 13'yê Îlonê de bi merasîma birîna kurdeleyê destpê dike û di 14'yê Îlona sala 2023'an de bi şahîyekê ji bo mêvanên taybet berdewam dike. Di vê şahiyê de hunermendên navdar performansê nîşan didin, di nav wan de stranbêj û lîstikvana Brîtanî Cynthia Erivo û stranbêjê operayê yê Amerîkî Anthony Roth Costanzo jî hene.

Spasî: Joan Marcus, PAC19'ê Îlona 2023'an

Navenda Perelman a Hunerên Performansê di 19'ê Îlonê de bi zincîreke konserên pênc rojî ji bo gel vedibe. Konsera yekem ku navê wê Tapestry: Home as Refuge ye, hunermendên Amerîkî û navneteweyî yên ku bajarê New Yorkê wekî koka xwe ya hunerî an jî cihê xwe yê ewle dibînin, dihewîne.

Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

3 meh berî vekirinê, rojnameya New York Times li gorî gotina serokê Navenda Perelman a Hunerên Performansê û şaredarê berê yê bajarê New Yorkê Michael Bloomberg radigihîne ku wî 130 milyon dolar ji bo çêkirina navendê bexş kirîye. Ev pare zêdetir e ji bexşîna pêşîn a 75 milyon dolarî ya karsaz Ronald O. Perelman ku di sala 2016'an de bûbû sedema destpêkirina vî projeyê.

Sazîyên nûçeyan ên bajarê New Yorkê dibêjin ku navendê her weha 100 milyon dolar alîkarîya pereyan a hikûmetê ji Lower Manhattan Development Corporation girtîye.

Spasî: Peter Cooper, PAC13'ê Sibata 2024'an

Perelman di şahîya 14'yê Îlonê de li ser sehnê axivî û got ku di destpêkê de dihat texmînkirin ku çêkirina navendê 150 heta 200 milyon dolar bigire, lê di encamê de nêzîkî 500 milyon dolar çû. Wî spasîya Bloomberg kir ku beşa herî mezin a kêmasîya pereyan temam kirîye.

Rêveberîya Navenda Perelman a Hunerên Performansê dibêje ku salonên wan ên çend-şêwazî dê bibin mazûvanê bernameyên hunerî yên berfireh. Di nav van de berhemên nû, şanoyên ku cara yekem li cîhanê tên nîşandan û performansa şano, reqs, muzîk, opera, fîlm û gelek tiştên din hene.

Spasî: Peter Cooper, PAC27'ê Sibata 2025'an
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • 6sqft (nûçeyên li ser taxên bajarê New York)
  • The Architect’s Newspaper
  • Architectural Record - BNP Media
  • Classical Voice North America
  • CNN/CoStar Group
  • Curbed (niha beşek ji kovara New Yorkê ye)
  • Daily Mail
  • Rêxistina The Durst
  • Emporis
  • Gothamist
  • Kanala HISTORY®, beşek ji A+E Networks
  • Lower Manhattan Development Corporation
  • New York Daily News
  • New York Times
  • New York YIMBY (Yes In My Backyard)
  • One Word Observatory
  • Navenda Hunerên Performansê ya Perelman (PAC NYC)
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Silverstein Properties
  • Muzexaneya Skyscraper
  • ThoughtCo
  • Gomrik û Berevanîya Sînor a Amerîkayê
  • Wall Street Journal
  • WTC.com (Silverstein Properties)
 

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Spasî: Fanghong Fanghong14'ê Tebaxa 1992'an

Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an ku avahîyeke nivîsgehan a 47 qatî û çargoşeyî ye, di sala 1987'an de vedibe. Ev avahî ji aliyê avakerê karsaziya xaniyan ê Amerîkî Larry Silverstein ve, li ser erdekî ku ji Rêveberîya Portê ya New York û Newy Jersey hatibû kirêkirin, hat çêkirin. Li binê vê avahiyê stasyoneke elektrîkê ya kompanîya Con Edison heye ku elektrîkê dide herêma Lower Manhattanê. Banka veberhênanê Salomon Smith Barney kirêdarê sereke yê avahiyê ye. Kirêdarên din jî kompanîyên mîna American Express Bank International, ITT Hartford Insurance Group, saziya Securities and Exchange Commission û Standard Chartered Bank in.

11-Sep
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Spasî: Robert Rabanne11'ê Îlona 2001'an

Xelk di sibeya 11'ê Îlonê de Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an vala dikin. Dema Birca Bakur hildiweşe, perçeyên wê li rûyê başûr ê avahiya 7'an dikevin û dibin sedema şewateke mezin. Perçeyên Avahîyên Cêwî zirarê didin boriyên avê yên sereke jî ku ava sîstema vemirandina agir a avahiya 7'an peyda dikirin. Ji ber vê yekê sîstem bê av dimîne û nikare agir vemirîne. Şewat nêzîkî 7 demjimêran bê kontrol berdewam dike, heta ku avahîya 7'an di demjimêr 17:20'an de di 11'ê Îlonê de hildiweşe. Di hilweşîna vê avahiyê de ti kes namire.

Spasî: Robert Rabanne11'ê Îlona 2001'an

Raporteke Saziya Neteweyî ya Standard û Teknolojiyê ya Amerîkayê (NIST) ya sala 2008an destnîşan dike ku hilweşîna Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an mînaka yekem a naskirî ye ku tê de avahiyeke bilind bi giranî ji ber şewatên bêkontrol ketiye xwarê. Germiya ji şewatan bû sedema berfirehbûna tîrêjên pola, ku di encamê de stûnek sereke ya avahîyê têk çû û bû sedema hilweşîna gav bi gav a tevahîya avahîyê.

2011
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 7'an
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an a Nû ya li alîyê rastê di 23'yê Gulana sala 2006'an de vedibe. Berî vê, çêkirina avahiyê di Mijdara sala 2002'an de bi merasîma avêtina bingehê destpê kiribû.

Larry Silverstein ku avahîya pêşîn a Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an çêkiribû, çend meh piştî 11'ê Îlonê avahîsazê Amerîkî David Childs ji kompanîya Skidmore, Owings & Merrill hilbijart daku avahîya nû sêwirîne. Vî avakerî ji kovara New Yorker re wiha got: Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an avahîyeke ji kevir bû, giran û mezin bû. Vê carê, em ê tiştekî wisa çêkin ku hesteke siviktir bide mirov.

Childs birca şûşeyî ya 52 qatî û ziravtir sêwirand ku li binê wê stasyoneke elektrîkê ya piçûktir heye. Ev birc di şêwazê çargoşeya xwar de hat sêwirandin daku ew beşa kolana Greenwich Street ku ji alîyê avahîya pêşîn ve hatibû girtin, ji nû ve vebe.

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a nû dibe avahêya yekem li bajarê New Yorkê ku xelata zêrîn a LEED ji sazîya xêrxwaziyê ya U.S. Green Building Council werdigire

Kirêdarên sereke yên vê avahîyê kompanîyên mîna Broadcast Music, Inc. (BMI), Jeffrey Beers International, Mansueto Ventures, Moet Hennessy USA, Moody’s Corporation, New York Academy of Sciences, Silverstein Properties, WilmerHale û Zola ne.

2021
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 7'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an
Parka Malbata Silverstein a Nû

Parka Malbata Silverstein ku parkeke sêgoşeyî ye û li ser beşa rojhilat a cihê avahiya pêşîn a Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an hatîye çêkirin, di sala 2004'an de hat qedandin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Ev parka ku rûbera wê 1,390 metreyên çargoşe ye ji alîyê avahîsazê peyzajê New Yorkê Ken Smith ve hatîye sêwirandin. Di hundirê parkê de hewzeke avê ya gilover heye ku derdora wê bi daran û devîyan hatîye pêçan. Ev der wekî cihekî ewle û aram ji bo karkerên nivîsgehan, mirovên herêmî û geştîyaran hatîye çêkirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Di destpêkê de li nava hewza parkê, peykerekî bi navê Balloon Flower ê sor ku ji aliyê hunermendê Amerîkî Jeff Koons ve hatibû çêkirin, hatibû danîn. Ev peykerê ji polaya zengarnegir ku bilindahiya wî 2.7 metre ye û bûbû sembola parkê, di Cotmeha sala 2018'an de ji bo nûkirinê hat rakirin. Di heman demê de hewz jî hat çêkirin. Paşê hewz dîsa hat xebitandin, lê kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re got ku nûkirina vî peykerî di Tebaxa sala 2021'an de li Ewropayê hîn berdewam dikir.

Niha
Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a Resen

Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Nû ya 7'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re radigihîne ku di Tebaxa sala 2026'an de, 20 sal piştî vekirina xwe wekî yekem avahiya nû ya li qada Navenda Bazirganîya Cîhanê, rêjeya kirêkirina avahiya 7'an gihîştîye 95%. Ev der yekem avahî bû ku piştî rûxandina 11'ê Îlonê li vî cihî bilind bû. Pênc kirêdarên herî mezin ên avahîyê li gorî mezinahîya cihê xwe kompanîya darayî ya Amerîkî Moody’s Corporation, kompanîya parêzeriyê WilmerHale, kompanîya fînansê MSCI Inc., kompanîya sêwirandinê Skidmore, Owings & Merrill ku avahîya 7'an bixwe sêwirandîye, û kompanîya firotina vexwarinên lûks a Fransî Moët Hennessy ne.

Spasî: Michael Lipin, VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Kompanîya Moody's di Berfanbara sala 2025'an de radigihîne ku ewê di sala 2027'an de ji avahîya 7'an derkeve û wekî beşek ji bernanemya kêmkirina lêçûnan bar bike cihekî piçûktir ê li nêzîk, yanî li Brookfield Place a li alîyê din ê otobana West Street. Kompanîya Silverstein Properties ji Dengê Amerîka re dibêje ku ji alîyê kirêdarên nû yên mumkin ve eleqeyeke mezin ji bo cihê heyî yê Moody’s ku 735,000 metreyên çargoşe ye li avahîya 7'an heye.

Pêşangeheke taybet a li ser dîroka hunerî ya Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an, di Tebaxa sala 2026'an de li qata 40'î ya bircê tê nîşandan. Ev pêşangeh ji alîyê avakerê avahîyê bixwe ve hatîye amadekirin û ji alîyê Dengê Amerîka ve jî hatîye dîtin. Di vê pêşangehê de wêne û nimûneyên berhemên hunerî yên Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an a kevn hene ku di 11'ê Îlonê de winda bibûn, û herwiha berhemên hunerî yên nû yên ku di avahiya nû de têne nîşandan jî tê de hene.

Spasî: Michael Lipin, VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Parka Malbata Silverstein a Nû
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Sê sal piştî rakirina peykerê berê, di 22'yê Mijdara sala 2021'an de peykerekî nû di hewza Parka Malbata Silverstein de tê danîn. Xwedîyê Navenda Bazirganiya Cîhanê ya 7'an Larry Silverstein vê berhema hunerî ya bi navê Jasper’s Split Star ku ji alîyê hunermendê New Yorkê Frank Stella ve hatîye çêkirin, dikire. Ev peykerê nû tê daxistin şûna peykerê Balloon Flower ê sor ku ji dema vekirina bircê di sala 2006'an de heta sala 2018'an wekî deyn ji hunermend Jeff Koons hatibû girtin.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • BBC
  • CNN/CoStar Group
  • Sazîya Rêveberîya Rewşa Bilez a Federal (FEMA)
  • Ken Smith Workshop
  • Lower Manhattan Development Corporation
  • National Institute of Standards and Technology (NIST)
  • New York Business Journal
  • New York Times
  • Kovara New York
  • Park Odyssey (Blog)
  • Silverstein Properties
  • Tribeca Citizen
  • WTC.art (Silverstein Properties)
  • WTC.com (Silverstein Properties)
 

Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Spasî: Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint NicholasDem Nayê Zanîn

Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas di sala 1916'an de ji alîyê koçberên Yunanî ve tê avakirin. Ev koçber piştî ku digihîjin girava Ellis Island, li herêma Lower Manhattanê bi cih dibin.

Ew dêrê di nava xanîyeke rêzkirî de ava dikin ku di dora sala 1830'an de wekî xanîyê taybet hatibû çêkirin û wan ew bi $25,000 kirîbû. Avakerên dêrê ku piranî karkerên keştîyan bûn, vî xaniyê veguherandî yê perestgehê ku li kolana 155 Cedar Street e, diyarî Saint Nicholas dikin ku ew wekî pîrozê parastina deryavanan tê naskirin.

11-Sep
Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Spasî: Eric O'Connell11'ê Îlona 2001'an

Dêra Saint Nicholas di 11'ê Îlonê de ji ber hilweşîna Birca Başûr bi tevahî xira dibe. Ti kes di hundirê dêrê de nîne û ew dibe yekane perestgeha ku di van êrîşan de rûxîyaye. Di dema paqijkirina şûnwarê wê de, çend hêmanên olî hatin dîtin ku di nav wan de zengileke piçûk û wêneyeke kaxezî ya olî jî hene.

2011
Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Cihê Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a Siberojê
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Piştî çend salan ji gotûbêjên li ser çarenûsa cihê Saint Nicholas, rayedarên herêmî û dewletê di Tîrmeha sala 2008'an de bi Serokatîya Dêra Ortodoks a Yunanî ya Amerîkayê re peymaneke destpêkê çêkirin daku dêr li parkeke siberojê ku kolanek li rojhilatê cihê wê yê berê ye, ji nû ve ava bibe. Li gor vê peymanê, divê serokatî mafên axa dêra rûxiyayî ya li kolana 155 Cedar Street bide Rêveberîya Portê New York û New Jersey. Bi vî rengî, ev sazîya dewletê dikare dest bi kolandina wî cihî bike daku Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a binê erdê ji bo qada nû ya Navenda Bazirganîya Cîhanê çêbike.

Li hemberî radestkirina vê axê, Rêveberîya Portê New York û New Jersey qebûl dike ku 20 milyon dolar bide serokatiya dêrê daku dêrê li ser erdekî mezin ê li cihê nû ji nû ve ava bike. Herwiha ev sazîye qebûl dike ku 20 heta 40 milyon dolarên din jî xerc bike ji bo çêkirina bingeheke bihêz daku avahîya nû li ser Navenda Ewlekarîya Wesayîtan ragire.

Lê gotûbêjên ji bo qedandina vê peymanê di Adara sala 2009'an de xira dibin. Rêveberîya Portê di nîveka sala 2010'an de dest bi xebatên kolandinê yên li ser cihê dêra kevn dike û dibêje ku ew nikare bêtir bisekine ji bo çêkirina Navenda Ewlekarîya Wesayîtan ku dê wekî xeteke girîng a binê erdê xizmetê bide qada nû ya Navenda Bazirganiya Cîhanê. Serokatîya dêrê jî di Sibata sala 2011'an de dozê li dijî saziya Rêberîya Portê vedike û wê bi destdirêjîya li ser axê û binpêkirina şertên peymana destpêkê tawanbar dike.

Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo di 14'yê Cotmeha sala 2011'an de dibe navbeynkar û peymana dawî di navbera her du aliyan de çêdike. Ev yek dihêle ku serokatîya dêrê dest bi xebatên sêwirandina dêra nû bike.

2021
Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Parka Liberty ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Parka Liberty ku rûbera wê 4,000 metreyên çargoşe ye, di 29'ê Hezîrana sala 2016'an de ji bo gel vedibe. Ev park 7 metreyan li ser kolana Liberty Street bilind e û li ser banê Navenda Ewlekarîya Wesayîtan hatîye avakirin. Ev navend wekî cihekî kontrolkirina kamyon û otobusên ku diçin qada binê erdê ya Navenda Bazirganiya Cîhanê xizmetê dide.

Sêwirana vê parkê ji alîyê avahîsazê peyzajê Amerîkî Joseph E. Brown ve hatîye çêkirin û xwedîyê wê Rêveberîya Portê New York û New Jersey ye. Ev sêwiran di sala 2013'an de hat eşkere kirin û çêkirina vî projeyê ku nirxê wî 50 milyon dolar e, di sala paşîn de destpê kir.

Piştî qedandina wê, du peykerên navdar li ser wê platforma bilind a parkê têne danîn.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Yek ji wan peykerê bi navê The Sphere ê hunermendê Alman Fritz Koenig e. Ev peyker di destpêkê de li nava meydana Austin J. Tobin Plaza ya Navenda Bazirganiya Cîhanê de bû heta ku di 11'ê Îlonê de ji ber hilweşîna Avahîyên Cêwî zirar dît û xira bû. Ev peykerê ji tûncê ku bilindahîya wî 7 metre ye, pêşî di 11'ê Adara sala 2002'an de li parka Battery Parkê dîsa hat nîşandan. Ew heta sala 2012'an li wir ma, lê ji ber çêkirina parkê ew rakirin û danîn depoyekê. Paşê kempeyneke giştî destpê kir daku vî peykerî vegerînin qada Navenda Bazirganiya Cîhanê. Piştî mirina Koenig a di 22'yê Sibata sala 2017'an de, ev berhema wî di 6'ê Îlona heman salê de birin Parka Liberty. Peyker di merasîmeke fermî de di 29'ê Mijdara sala 2017'an de li parkê hat eşkere kirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Peykerê din jî berhema bi navê America’s Response Monument e ku ji alîyê hunermendê Amerîkî Douwe Blumberg ve hatîye çêkirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Ev peykera ji tûncê ku bilindahîya wê 4 metre ye, leşkerê Hêzên Taybet ên Amerîkayê li ser hespê nîşan dide. Ev peyker wekî rûmetekê ji bo wan leşkerên Amerîkî hat sêwirandin ku piştî êrîşên 11'ê Îlonê çûbûn Afganistanê û di destpêka şerê li dijî Talîbanê de li hespên Afganî siwar bibûn. Ew milîtanên ku cih dabûn El-Qaîdeyê. Blumberg fikra vî peykerî ji wêneyên fermî yên hikûmeta Amerîkayê girtîye. Ew peyker nîşan didin ku leşkerên Amerîkî di Cotmeha sala 2001'an de ligel eşîrên hevalbendên Afganî li ser hespan siwar dibin daku di nava çiyayên asê re derbas bibin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Peykerê America’s Response Monument cara yekem di 11'ê Mijdara sala 2011'an de li lobîya West Street a avahîya One World Financial Center ku nêzîkî şûnwarê Ground Zero (cihê êrîşê) ye hat nîşandan. Paşê di 19'ê Cotmeha sala 2012'an de ew birin cihekî li derve yê li ser kolana Vesey Street ku nêzîkî derîyê stasyona demkî ya PATH'ê û avahîya di bin çêkirinê de ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an bû. Ev peyker herî dawî birin Parka Liberty û li wir di merasîmeke di 13'yê Îlona sala 2016'an de ji bo cara sêyem hat vekirin.

Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a Navenda Bazirganiya Cîhanê di 31'ê Cotmeha sala 2014'an de ji bo karanîna giştî û şandina pakêtênyên ji bo kirêdarên wir vedibe. Ev vekirin sê roj berî vekirina fermî ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 1'an çêdibe. Derîyê vê navendê yê li kolana Liberty Street wekî xala kontrolê tê bikaranîn ji bo kamyon, otobus û tirimbêlên ku destûra wan heye têkevin rêyên binê erdê, cîhên barkirinê û parkkirina avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê. Parkkirina giştî ji bo gel qet nîne.

Rêveberîya New York û New Jersey ku xwedîyê Navenda Ewlekarîya Wesayîtan ye, çêkirina vî projeyê ku nirxê wî 667 milyon dolar e qebûl dike û di nîveka sala 2010'an de dest bi kolandinê dike. Banê betonî yê yek qatî yê derîyê navendê di sala 2013'an de xilas dibe. Bi vî rengî, çêkirina Parka Liberty ya li ser wî banî di sala paşîn de destpê dike.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên Navenda Ewlekarîya Wesayîtan ê dîwarê şînkahîyê ye ku dirêjahîya wî 91 metre ye. Ev dîwar ji qeraxa bakur a parka li ser banî destpê dike û heta asta kolanê dadikeve xwarê.

Niha
Cihê Dêra Ortodoks a Yunanî ya Saint Nicholas a Resen

Parka Liberty ya Nû
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an
Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a Nû
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • 6sqft (nûçeyên li ser taxên bajarê New York)
  • The American Legion
  • The Architect’s Newspaper
  • CBS News
  • CNBC
  • Flatiron Construction Corp
  • Gothamist (nûçeyên herêmî yên New York City)
  • Greenroofs.com
  • New York Daily News
  • New York Post
  • New York Times
  • New York YIMBY (Yes In My Backyard)
  • Observer (New York)
  • The Oklahoman
  • The Pace Companies
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Pro Landscaper (kovara sektora peyzajê ya Brîtanyayê)
  • Project MUSE (Zanîngeha Johns Hopkins)
  • Tectonic Engineering Consultants, Geologists & Land Surveyors, D.P.C. (şêwirmendên endezyariyê, jeolog û nexşerêwên zevî)
  • The Tribeca Trib
  • USA Today
  • Wall Street Journal
 

Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Spasî: Scott Murphy1997

Avahîyeke nivîsgehan a 40 qatî û qadeke bilind ku xwedîyê wê kompanîya bankayê ya Amerîkî Bankers Trust e, di sala 1974'an de li kolana 130 Liberty Street vedibe. Pêşdera vê birca ji pola ku wekî Bankers Trust Plaza tê naskirin, ji alûmînyûma reş û cama tarî hatibû çêkirin. Piştî ku bankaya Almanî Deutsche Bank di sala 1999'an de kompanîya Bankers Trust dikire, navê avahiyê diguhere û dibe Deutsche Bank Building.

11-Sep
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Spasî: Bri Rodriguez, FEMA News27'ê Îlona 2001'an

Deutsche Bank Building di 11'ê Îlonê de nêzîkî bi tevahî tê valakirin, dema perçeyên ji Birca Başûr a ku hildiweşîya ziyeneke mezin di pêşdera wê ya bakur de çêdibe. Parêzvanê ewlekarîyê Francisco Bourdier ku alîkarîya valakirina avahîyê dikir, tê kuştin. Birc bi toza jehrî ya ji Navenda Bazirganîya Cîhanê û bi kifşikê ku ji ber baranê di pencerên şikestî re dihat hindir, pîs dibe. Avahî bi toreke reş tê pêçan daku rê li ber ketina perçeyên wê ya xwarê bê girtin.

Kompanîya Deutsche Bank di sala 2002'an de radigihîne ku birc êdî nenîşînbar e û bi tevahî ji dest çûye. Ji ber vê yekê ew 1.7 mîlyar dolar ji kompaniyên xwe yên bîmeyê daxwaz dike. Lê du ji wan bîmeyan vê yekê qebûl nakin û dibêjin ku avahî dikare bête paqijkirin û nûkirin. Şerekî hiqûqî destpê dike dema ku Deutsche Bank di Tebaxa sala 2003'an de dozê li dijî kompanîyên Allianz û AXA vedike daku wan neçar bike ku hemû pereyê bîmeyê bidin.

2011
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Cihê Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a siberojê û Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Nêzîkî 10 salan piştî êrîşan 11'ê Îlonê dema ku avahîya Deutsche Bank Building êdî nedihat bikaranîn, rûxandina wê di Sibata sala 2011'an de bidawî dibe gava karkerên hilweşandinê digihîjin qata jêrzemînê.

Ji bo gava yekem a hilweşandina bircê, sazîya Lower Manhattan Development ku sazîyeke hevbeş a eyalet û bajarê New Yorkê ye û erka wê nûkirina herêmê ye, soz dide ku vî cihî bi 90 milyon dolarî ji Deutsche Bank bikire û lêçûnên rûxandinê bide. Ev biryar wekî beşek ji peymana Sibata sala 2004'an tê girtin. Ev peymana ku bi navbeynkarîya serokê berê yê Senatoya Amerîkayê George Mitchell hat çêkirin, diyar dike ku bankaya Almanî 140 mîlyon dolarên din jî ji kompanîyên xwe bistîne daku kêşeya wan a hiqûqî ya li ser windakirina bircê bidawî bibe. Beşek din a vê peymanê destnîşan dike ku piştî rûxandina avahîyê, ev cih ji bo çêkirina Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a binê erdê bête bikaranîn. Beşa mayî ya vî cihî jî ji bo avakirina birca nû ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an tê veqetandin daku qada giştî ber bi başûr ve heta kolana Albany Street fireh bibe.

Sazîya LMDC di 31'ê Tebaxa sala 2004'an de dibe xwedîyê vî cihê li kolana 130 Liberty Street. Lê di salên pey re, ji bo rûxandina bilez a avahîyê gelek astengî derdikevin holê. Karbidestên di hundirê avahîyê de maddeyên bi jehr û xeternak dibînin ku ji texmîna wan zêdetir bûn. Ev yek di navbera rûniştvanên herêmî, sazîyên kontrolê û kompanîyên avahîyê de dibe sedema pirsgirêkên pere û jîngehê, ji ber ku karê paqijkirin û hilweşandina van tiştên xeternak giran bû. Di heman demê de, karkeran di salên 2005 û 2006'an de li ser banê avahîyê perçeyên hestîyan dîtin. Ev hestî yên qurbanîyên 11'ê Îlonê bûn. Ji ber vê yekê, rûxandin hat rawestandin daku lêgerîna cenazeyan bête kirin. Di encamê de zêdetirî 700 perçeyên hestîyan hatin dîtin.

Karê rûxandinê di 19'ê Adara sala 2007'an de destpê dike û karker dest bi hilweşandina qata 40'î ya bircê dikin. Di nava çar mehên pey re 13 qatên din jî tên rûxandin. Di vî karî de, divê her qatek berî ku bête rûxandin pêşî bi tevahî ji maddeyên xeternak bête paqijkirin.

Di 18'ê Tebaxa sala 2007'an de agirekî mezin derdikeve û zirarê dide qatên di navbera 13 û 18'an de. Di wê demê de birc heta qata 26'an hatibû rûxandin. Agirvemirandin ji ber şikestina boriyeke avê ya li jêrzemînê di vemirandina agir de gelek zehmetî dikişînin. Herwiha rêyên wan ên derketinê jî ji aliyê dîwarên demkî û perdeyên plastîk ên ku ji aliyê şîrketan ve hatibûn danîn, hatibûn girtin. Du agirvemirandin ji ber kişandina dûmanê jiyana xwe ji dest dinin û ji ber vê yekê hemû karên rûxandinê yên li avahîyê tên rawestandin.

Piştî ku biryar tê girtin ku avahî ji alîyê sîstema avahîyê ve saxlem e û gavên parastina ji agir tên avêtin, karê paqijkirina maddeyên xeternak di Gulana sala 2008'an de dîsa destpê dike. Ev kar di Rezbera sala 2009'an de bi tevahî xilas dibe.

LMDC di Mijardara 2009'an de dest bi hilweşandina avahîyê kir. Ji bo vê xebata ku 6 salan dom kir, bi alîkarîya dewletê zêdetirî 260 milyon dolar hat xerc kirin. LMDC'ê di Sibata 2011'an de karê xwe qedand. Paşê, cihê avahîya berê ya Deutsche Bankê da Rêveberiya Portê. Armanc ev bû ku ew li wir dest bi kolandinê bikin û Navenda Ewlekarîya Wesayîtan a Navenda Bazirganîya Cîhanê çêkin.

2021
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Parçeya erdê ya neavakirî ku ji bo Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ya siberojê hatîye veqetandin
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Deh sal piştî ku rayedaran hilweşandina avahîya Deutsche Bankê qedandin, di sala 2021'an de beşa wê ya başûr hîn jî neavakirî ma, çimkî planên ji bo çêkirina avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an li benda pejirandina çend sazîyên dewletê bûn. Kompanîya Lower Manhattan Development Corporation hîn jî xwedîyê vê parçeya erdê ye ku jê re "Cihê 5" tê gotin. Ev cih di navbera kolanên Washington, Albany û Greenwichê de ye.

Piştî ku Meydana Bîranînê ya 11'ê Îlonê di îlona 2011'an de ji gel re vebû, kompanîya LMDC destûr da ku beşa başûr a "Cihê 5" wekî qada bendewarîyê ji bo geştyarên xwedan bilêt bê bikaranîn. Ev qada meydanê wê çaxê bi çeperan hatibû dorpêçkirin. Di 15'ê Gulana 2014'an de, dema ku merasîma vekirina Muzexaneya Neteweyî ya 11'ê Îlonê çêbû, çeperên meydanê hatin rakirin. Bi vî rengî, geştyaran cara yekem karîbû bêpere û serbest bikevin meydanê.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Kompanîya LMDC biryar da ku vê qada bendewariyê ya valakirî bike parkeke demkî. Ev biryar wekî beşek ji projeya ligel Downtown Alliance hat kirin, ku ew rêxistineke bêqezenc a ji bo alîkariya karsaziyên Manhattanê ye. Park di 2'yê îlona 2014'an de vebû. Ji parkê re gotin Albany Street Plaza û tê de rûniştekk, dar û wêneyekî dîwarî yê rengîn hene. Ev dîwar park ji navenda polîsan vediqetand.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Kompanîya LMDC di sala 2014'an de destûr da Rêveberiya Portê ya New York û New Jersey ku li beşa bakur a "Cihê 5" konteyneran çêbike. Ev konteyner wekî ofîs ji bo Fermandarîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya Polîsên Rêveberîya Portê hatin bikaranîn, ku wan di 24'ê Nîsana heman salê de ofîsên xwe bar kirin vî cihê demkî.

Ji bo çêkirina birca Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an pêk bê, Parêzgarê New Yorkê Andrew Cuomo, kompanîya LMDC û Rêveberîya Portê di 26'ê Hezîrana 2019'an de bangewaziyek ji bo pêşniyaran weşand. Wan ji kompanîyên avahîsazîyê xwest ku planên xwe pêşkêş bikin daku vî erdî bikirin an bi kirê bigirin û li ser avahîyeke bazirganî an jî têkel çêkin.

Kompanîya LMDC û Rêveberîya Portê di 11'ê Sibata 2011'an de biryar dan ku tenê li gel komeke kompanîyên avahîsazîyê dest bi danûstandinan bikin. Vê komê pêşnîyar kir ku erdî bi kirê bigire û birceke ku piranîya wê ji xanîyan pêk tê ava bike. Li gor peymana kirêkirinê ya 99 salî, ev kompanî neçar in ku pereyê kirê rasterast bidin Rêveberîya Portê.

Ev hevalbendî ji alîyê du kompanîyên mezin ve tê birêvebirin ku ew Silverstein Properties ya Amerîkî û Brookfield Prroperties ya Kanadayî ne. Herwiha du kompanîyên piçûk ên ji New Yorkê jî di nav vê hevalbendîyê de hene ku navên wan Omni New York û Dabar Development Partners in.

Rêveberîya Portê ji Dengê Amerîka re got ku hevdîtinên wan ên bi wê hevalbendîyê re li ser peymana kirêkirina avahîya nû ya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an di meha Tebaxê de jî berdewam dikin.

Dêra Ortodoks a Yunanî û Perestgeha Neteweyî ya Saint Nicholas
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Nêzîkî 20 sal piştî ku dêra kevn di 11'ê Îlonê de hilweşîya, avakirina Dêra Ortodoks a Yunanî û Perestgeha Neteweyî ya nû ya Saint Nicholas di Tebaxa 2021'ê de li nêzîkî wî cihî ber bi dawîyê ve çû. Ev dêr ji alîyê avahîsazê Spanî Santiago Calatrava ve hate sêwirandin. Dêra Ortodoks a Yunanî ya Amerîkayê di sala 2012'an de ev plan ji wî xwestibû.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Plana Calatrava ya sala 2013'an avahîyeke ji mermerê spî û bi qube nîşan dide ku çar stûn li derdora wê hene. Ev sêwirandin li ser şêwazê Aya Sofya û Dêra Chora ya li Stenbolê hatibû çêkirin. Ew du dêrên navdar ên Ortodoks bûn ku karbidestên Tirkîyê di sala 2020'an de ew kirin mizgeft. Ev dêra nû li ser navnîşana 130 Liberty Street, li rojhilatê Parka Liberty ya li Navenda Bazirganîya Cîhanê cih digire. Çêkirina vê projeya ku nêzîkî 20 milyon dolar lêçûna wê hebû, di 18'ê Cotmeha 2014'an de bi merasîmekê destpê kir. Di 29'ê Mijdara 2016'an de jî, dema xaçeke demkî danîn ser qubeya wê ya hesinî, qonaxa yekem a avahîyê bi dawî bû.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey, ku di sala 2011'an de li ser guhartina erdan razî bûbû da ku ev dêr li ser navnîşana 130 Livery Street were avakirin, di 21'ê Tebaxa 2017'an de peymaneke nû îmze kir. Bi vê peymanê, ew der ji bo 198 salan ji dêrê re hatê kirêkirin. Di peymanê de hat diyarkirin ku heqê kirêya salane tenê $1 dolar e. Herwiha maf hate dayîn ku dêr dikare di dema kirêkirinê de wî cihî bi bihayekî erzan û sembolîk bikire. Ji bo ku Rêveberîya Portê karên fermî, destûrên yasa û ewlekarîyê yên çêkirina dêrê bixwe bi rê ve bibe, dêrê qebûl kir ku xwedîtîya erdî di destê Rêveberîya Portê de bimîne.

Lê belê di Kanûna 2017'an de karê avakirinê sekinî, ji ber ku kompanîya avahîsazîyê ya Swêdî Skansa got ku dêrê pereyê wan nedaye. Dêrê çend meh berê eşkere kiribû ku ew di nav tengasîya aborî de ye ku bi salan e xirabtir dibe. Ji ber vê yekê, wan di Nîsana 2018'an de kompanîya PricewaterhouseCoopers girt da ku li ser rewşa malî ya projeyê û lêçûnên zêde lêkolînekê bike.

Lêkolîneran di Cotmeha 2018'an de diyar kir ku ti delîl nîn in ku nîşan bidin endamên dêrê xapandin yan jî bi kar anîna xerab bi pereyan re kirine. Dêrê herwiha daxwaza lêkolîneran a ji bo avakirina rêxistineke nû û serbixwe qebûl kir. Navê vê rêxistinê kirin "Dostên Saint Nicholas" (Friends of Saint Nicholas) da ku pereyan kom bike û karê avakirinê yê rawestandî bidawî bîne.

Rêxistina "Dostên Saint Nicholas" (Friends of Saint Nicholas) bi mîlyonan dolarên din ji alîkarîyên kesên taybet kom kir û bi vî rengî karê avakirinê di 3'yê Tebaxa 2020'an de ji nû ve destpê kir. Pereyên ku hatin komkirin di Hezîrana 2021'an de gihîştin 95 mîlyon dolarî. Ev tevahîya pereyan nêzîkî pênc qatê wî bihayî bû ku di destpêkê de ji bo çêkirina dêrê hatibû texmînkirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an
Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Dîwarên derve yên dêrê bidawî bûn û cara yekem di 10'ê Îlona 2021'an de, anku şeva berîya 20 salîya êrîşên 11'ê Îlonê, hatin ronîkirin. Nêzîkî du meh piştî vê, rêberê olî yê bilind ê Xiristiyanên Ortodoks ên Cîhanê, Ecumenical Patriarch Bartholomew, di 2'yê Mijdara 2021'an de ji bo vekirina deriyê vê avahiyê serokatiya merasîmekê kir.

Spasî: Mark Lennihan, AP10'ê Îlona 2021'an

Niha
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Dêra Ortodoks a Yunanî û Perestgeha Neteweyî ya Saint Nicholas
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Dêra Ortodoks a Yunanî û Perestgeha Neteweyî ya Saint Nicholas, tenê avahîya olî ye ku di nav hewşa Navenda Bazirganîya Cîhanê de cih digire. Salona wê ya mezin ji bo nimêj û îbadetên Xiristiyanên Ortodoks tê bikaranîn.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Dêrê eşkere kir ku ev Perestgeha Neteweyî cihê bîranînê ye ji bo kesên ku di 11'ê Îlona 2001'an de hatine kuştin. Ew herwiha nîşana azadîya olan a li Amerîkayê û serkeftina ronahîyê ya li dijî tarîyê ye. Rêveberê avahîyê Andrew Veniopoulos ji Dengê Amerîka re got ku ji dema vekirina wê ya di sala 2022'an de, zêdetirî 600,000 kesî serdana vê dêrê kirîye û tê de îbadet kirîye. Herwiha her roja Yekşemê bi navînî 140 kes tevlî mersasîma olî dibin.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Merasîma pîrozbahîyê ya vê dêrê di 4'ê Tîrmeha 2022'an de hat pêşkêş kirin da ku 100 salîya damezirandina dêrê were pîroz kirin. Lê belê wê demê avahî hîn ji bo gel nehatibû vekerin.

Dêrê paşê di 5 û 6'ê Kanûna 2022'an de, anku di roja cejna Saint Nicholas de, ji bo xelkê herêmê careke din dest bi îbadetên xwe yên birêkûpêk kir. Ev îbadet di heman demê de bûn ligel vekirina dêrê ji bo serdanên giştî, ku ev yek 21 sal piştî hilweşandina dêra kevn a di 11'ê îlonê de pêk hat.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Ecumenical Patriarch Bartholomew di 18'ê Îlona 2025'an de vegerîya dêrê. Wî merasîmeka olî bi rê ve bir, bi gel re hevdîtin pêk anî û ji bo bîranîna qurbanîyên 11'ê Îlonê çelengeke gulan danî.

Veniopoulos li ser destûra kirîna erdê dêrê ji Dengê Amerîka re got: "Em ji peymana xwe ya kirêkirinê ya bi Rêveberîya Portê re pir kêfxweş in û têkilîyeke me ya xebatê ya pir baş bi wan re heye."

Cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ya siberojê
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an

Heta Tebaxa 2026'an jî karê çêkirina avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an destpê nekirîye, her çend e 15 sal di ser re derbas bûn piştî ku Deutsche Bank Building, ya ku di 11'ê Îlonê xerab bûbû hate hilweşandin û ew der hate paqijkirin.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Piştî ku kompanîyên Lower Manhattan Development Corporation û Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey di sala 2021'an de dest bi hevdîtinên taybet kirin ji bo kirêkirina erdî û çêkirina birca karsazî û niştecîhbûnê, sazîya LMDC di Nîsana 2022'an de guhartinek di Plana Projeya Giştî ya Navenda Bazirganîya Cîhanê de pejirand da ku destûrê bide çêkirina avahîyeke têkel ku hem ji bo karsazî û hem jî ji bo malan were bikaranîn.

Komek ji kesên ku li Lower Manhattanê dijîn û parêzvanên mafê xanîyan rexne li plana avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an girtin. Wan got ku hejmara xanîyên erzan di vê birca luks de pir kêm e. Ji ber vê yekê, wan Hevalbendîya ji bo 100% Xanîyên Erzan li Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ava kir da ku zorê bidin rayedar û kompanîyan ku bi tevahî planeke nû ji bo vê projeyê çêkin.

Di 27'ê Tîrmeha 2023'an de, Parêzgara New Yorkê Kathy Hochul got ku rayedarên herêmî û kompanîyên avahîsazîyê gihîştine peymanekê ku pirsgirêka bihayê xanîyan çareser dike.

Li gor vê peymanê, koma berpirsîyar a eyaleta New Yorkê (Public Authorities Control Board), ku dikare biryarên firotina erdan û bikaranîna fona giştî bide rawestandin, plana kompanîyan a ji bo çêkirina birca Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an pejirand ku di nav de nêzîkî 1,200 xanî hene. Ji sêyeka van xanîyan dê bi bihayekî erzan bin. Herwiha hin ji van xanîyên erzan dê bidin wan kesên ku di dema êrîşên 11'ê Îlonê de li vî herêmî dijîyan. Wekî beşek ji peymanê, hikûmeta New Yorkê 60 mîlyon dolar û sazîya Battery Park City Authority jî 5 mîlyon dolarên din ji bo çêkirina vê bircê didin.

Kompanîyên avahîsazîyê dest bi komkirina pereyên zêde û çêkirina planên nû yên sêwirandina vê bircê kirin, lê belê salên 2024 û 2025'an derbas bûn û karê avakirinê hîn destpê nekir.

Di civînekê ya Manhattan Community Board de ku di 18'ê Adara 2026'an de çêbû, karbidestîyê Rêveberîya Portê Hersh Parekh eşkere kir ku projeya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an hatîye rawestandin.

Di civîneke 27'ê Gulana 2026'an de ku ji alîyê malpera nûçeyan a Crain's New York Business ve hatibû amadekirin, rêvebira Rêveberîya Portê Kathryn Garcia got ku bihayê bilind ê pola zorê dide rayedar û kompanîyan ku careke din li ser materyalên avakirina birca Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ji nû ve hilbijêrin. Wê ti dem ji bo destpêkirina vê projeyê diyar nekir.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Parka demkî ya bi navê Albany Street Plaza di Tebaxa 2026'an de hîn li ser beşa başûr a cihê 5'an heye. Di civîneke zindî ya 19'ê Adara 2026'an de, karbidestên sazîya LMDC qebûl kirin ku pereyên zêde bidin rêxistina Alliance for Downtown New York, da ku ev park heta 30'ê Hezîrana 2027'an vekirî bimîne. Karbidestan got ku ev park dê li wir bimîne heta ku karê avakirina birca Navenda Bazirganîya Cîhanê destpê bike.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Siberoj
Cihê Avahîya a Resen Deutsche Bank

Avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ya siberojê
Spasî: Kohn Pedersen Fox

Plana eslî ya kompanîyên Silverstein Properties û Brookfield Properties ji bo avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ya ku dê were çêkirin, birceke nêzîkî 274 metre bilind û ji 80 qatan nîşan dide.

Spasî: Kohn Pedersen Fox

Wêneyên sêwirandinê yên vê bircê ji alîyê kompanîya avahîsazîyê yê New Yorkê Kohn Pedersen Fox (KPF) ve hatibûn çêkirin, di Sibatê 2021'an de hatin weşandin. Lê belê heta Tebaxa 2026'an ti agahîyên nû li ser wan nehatine belavkirin.

Wêneyên sêwirandinê nîşan didin ku binê avahîyê çarçoveyeke çargoşe ye û 48 metre bilind e. Li ser vê bingehê jî çend blokên bilind ên çargoşe hene ku di nav hev de derbas dibin. Qata jêrîn a li ser asta kolanê ji bo dikan û bazaran e. Li ser vê qatê jî 10 qat hene ku bi giştî ji bo ofîsan û cihên çalakîyan hatine veqetandin. Di ser van re jî 69 qatên niştecîhbûnê hene ku zêdetirî 1,200 xanîyên kirêkirinê tê de hene.

Kompanîya Silverstein Properties di Îlona 2024'an de, wekî beşek ji modela qadê, sêwirandina nû ya ji bo Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an nîşan da. Ev model nîşan dide ku birca Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 5'an ji blokên çargoşe yên asoyî û stûnî pêk tê ku quncikên wan glover in.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • 6sqft (nûçeyên li ser taxên bajarê New York)
  • ABC7 New York
  • American Private Security Heraldry Society
  • The Architect’s Newspaper
  • Archons of the Ecumenical Patriarchate
  • Associated Press
  • The Broadsheet – Rojnameya Herêmî ya Lower Manhattanê
  • CBS New York
  • THE CITY (nûçeyên New York City)
  • CNN
  • Council on Tall Buildings and Urban Habitat (CTBUH)
  • Crain’s New York Business
  • dailyarchnews (Toronto)
  • Downtown Alliance
  • Emporis
  • Greek News (Rojnameya Heftane ya Yunanî-Amerîkî)
  • Dêra Ortodoks a Yunanî ya Amerîkayê
  • Greek Reporter
  • Flickr.com, wêneya 20161an ji alîyê bikarhêner “jag9889” ve
  • Friends of Saint Nicholas & Greek Orthodox Archdiocese of America – Hevpeyvîna telefonî ya li gel VOA’yê
  • Lower Manhattan Development Corporation
  • New York Post
  • New York State Governor George Pataki – Daxuyanîya Rojnamevanîyê
  • New York State Governor Kathy Hochul – Malpera Fermî
  • New York State Senator Brian Kavanagh -- Malpera Fermî
  • New York Times
  • New York YIMBY (Yes In My Backyard)
  • OSV News
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • Rêveberîya Portê ya Police Benevolent Association
  • Religion News Service (RNS)
  • Dêra Ortodoks a Yewnanî û Perestgeha Neteweyî ya Saint Nicholas
  • Santiago Calatrava Architects & Engineers
  • Silverstein Properties
  • Spectrum News NY1 - NYC
  • The Tribeca Trib
  • Urbanize New York City
  • Wall Street Journal
  • WestView News (The Voice of the West Village)
  • World-Architects
 

Cihê Fiterman Hall a Resen

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Fiterman Hall a Resen

Spasî: Carmine A. GualtieriDem Nayê Zanîn

Avahîyeke ofîsan a 16 qatî li ser navnîşana 30 West Broadway di sala 1959'an de vebû. Ev avahî di sala 1978'an de ji alîyê karsaz Miles Fiterman. Wî û hevjîna xwe Shirley, di sala 1993'an de ev avahî wekî xêr da zanîngeha Borough of Manhattan Community College a ser bi City University of New Yorkê.

Spasî: BMCCDem Nayê Zanîn

Bihayê vê avahîyê 30 mîlyon dolar bû û heta wî demî xêra herî mezin û bihadar bû ku ji bo zanîngeheke wiha li Amerîkayê hatibû kirin. Zanîngeha CUNY, ku ji alîyê eyaleta New Yorkê ve tê birêvebirin, ji bo bîranîna xêra vê jin û mêrî navê avahîyê guhart û kir Fiterman Hall. Wan avahî ji nû ve çêkir da ku 40 polên xwendinê û polên kompûteran tê de hebin. Ev polên nû alîkarîya zanîngeha BMCC kir da ku pirsgirêka kêmasîya polan a li navenda wan a sereke çareser bike.

11-Sep
Cihê Fiterman Hall a Resen

Spasî: Lêkolîna FEMA ya li ser performansa avahîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê, ku di Gulana 2002'yan de hatîye weşandin2001, piştî 11'ê Îlonê

Di sibeha 11'ê Îlonê de, bêhtirî 1,000 xwendekar, mamoste û karmend di nav avahîya Fiterman Hall de bûn. Di wê demê de, avahî di nav xebatên nûkirinê de bû ku di sala 2000'an de destpê kiribû da ku polên nû werin çêkirin û avahî bibe navendeke mezin a bi bihayê 275 mîlyon dolarî. Tenê çend hefte mabûn ku ev xebat bidawî bibin, dema kesên di nav Fiterman Hall de bûn dengê teqîna firokeya American Airlines Geşta 11 a ku li Birca Bakur a Navenda Bazirganîya Cîhanê ket, bihîstin. Dema ku wan dît ev teqîn tenê kolanek li wir dûrî wan çêbû, mamoste û karmendên Fiterman Hall ders rawestandin û avahî bi lez vala kirin.

Spasî: Ron Spalter, Ed Sullivan û Carmine Gualtieri2001, piştî 11'ê Îlonê
Spasî: Ron Spalter, Ed Sullivan û Carmine Gualtieri2001, piştî 11'ê Îlonê
Spasî: Ron Spalter, Ed Sullivan û Carmine Gualtieri2001, piştî 11'ê Îlonê
Spasî: Ron Spalter, Ed Sullivan û Carmine Gualtieri2001, piştî 11'ê Îlonê

Piştî ku herdû Avahîyên Cêwî hilweşîyan, karmendên Fiterman Hall çûn navenda sereke ya zanîngeha BMCC ya ku çend kolan jê dûr bû. Wan li wir alîkarîya xebatkarên Rêveberîya Portê kir da ku ciheke werzişê bikin cihekî tenduristîyê yê lezgîn.

Di demjimêr 05:20'ê êvarê de, hilweşîna avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê ya 7'an ya li hemberî Fiterman Hall, bû sedem ku kavil li ser dîwarê başûr ê zanîngehê kom bibin û di dîwarê derve re derbasî hundir bibin.

Spasî: Ron Spalter, Ed Sullivan û Carmine Gualtieri2001, piştî 11'ê Îlonê

Toza jehrî û kifşik ketin nav avahîyê û êdî kes nedikaribû tê de bijî. Di hefteyên piştî êrîşan de, karkeran qulên di avahîyê de girtin û serê wê bi toreke reş pêçan.

Zanîngeha CUNY daxwaz kir ku avahîya Fiterman Hall were rûxandin û ji nû ve were çêkirin. Wan bi xêmgînî got ku ev der tenê saziya xwendina bilind e li Amerîkayê ku di êrîşeke terorî de zirarên wiha mezin dîtîye.

2011
Cihê Fiterman Hall a Resen

Spasî: Alison Klein, VOA29'ê Tîrmeha 2011'an

Avakirina avahîya nû ya Fiterman Hall di sala 2011'an de ber bi dawîyê ve çû. Ev yek piştî çendîn salên derengketinê hat, ji ber ku rûxandina avahîya kevn a ku zirar dîtibû gelek wext girtibû.

Di çend salên pêşîn ên piştî 11'ê Îlonê de, avahîya xirabkirî ya Fiterman Hall wisa ma, ji ber ku zanîngeha CUNY û kompanîyên bîmeyê li ser siberojê avahîyê li hev nedikirin. Kompanîyê bîmeyê FM Global digot ku avahî dikare were çêkirin, lê zanîngeha CUNY digot ku avahî nikare were çêkirin. Ev nîqaş di sala 2004'an de bidawî bû, dema kompanîya FM Global qebûl kir ku 90 mîlyon dolar bide CUNY'yê ji bo çêkirina avahîyê.

Paşê di sala 2004'an de, zanîngeha CUNY kompanîya avahîsazîyê ya Pei Cobb Freed & Partners girt da ku planekê ji bo paqijkirin û rûxandina Fiterman Hall çêke, bi awayekî ku herêma li dora wê ji toza jehrî biparêze. Herwiha karê sêwirandin û çêkirina avahiya nû ya Fiterman Hall li ser heman cihî dan vê kompanîyê. Lê belê derengketinên nû çêbûn, ji ber ku erêkirina planan ji aliyê saziyên fermî ve pir wext girtû CUNY li benda pereyên eyalet û bajêr ma da ku dest bi projeyê bike.

Plana zanîngeha CUNY di sala 2007'an de rûbirûyî astengîyeke nû bû, dema ku agireke mezin karê hilweşandina avahîya Deautsche Bank Building da rawestandin. Ev avahîyê jî di êrîşên 11'ê Îlonê de bi tevahî xirab bûbû. Vê agirî metirsîyeke nû ya ewlekarîyê çêkir li ser hilweşandina avahîya Fiterman Hall, ji ber vê yekê karbidestan daxwaz ji CUNY'yê kir ku planên nû çêke da ku careke din werin kontrolkirin.

Sazîya Berevanîya Jîngehê ya Amerîkayê (U.S. Environmental Protection Agency) di Adarê 2008'an de plana zanîngeha CUNY ya ji bo paqijkirina avahîya Fiterman Hall pejirand û kar destpê kir. Di 13'ê Mijdara heman salê de, CUNY'yê piştgiriyeke nû bi dest xist, dema rayedaran peymanek eşkere kirin ji bo dayîna 325 mîlyon dolarî lêçûna rûxandina avahîya kevn û çêkirina ya nû bû. Di nav vê budceyê de 139 mîlyon dolar ji alîyê hikûmeta bajarê New Yorkê ve hatin dayîn, 80 mîlyon dolar ji pereyên bîmeya CUNY'yê bûn, û wekî din jî hinek pere ji alîyê rêveberîya CUNY û rayedarên herêma New Yorkê ve hatin zêdekirin.

Paqijkirina avahîya kevin a Fiterman Hall di Gulana 2009'an de bidawî bû û karê hilweşandinê destpê kir. Di Mijdara heman salê de, avahî bi tevahî gihîşt asta erdî. Zanîngeha CUNY bi lez dest bi avakirina nû kir, û di 1'ê Kanûnê de merasîma destpêkirina avahîya nû ya Fiterman Hall pêk anî.

2021
Cihê Fiterman Hall a Resen

Avahîya Fiterman Hall ya Nû
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Nêzîkî 11 salan piştî ku avahîya kevin a Fiterman Hall di 11'ê Îlonê de bi tevahî xirab bû, avahîya nû di 27'ê Tebaxa 2012'an de ji bo dersên yekem vebû. Di heman demê de, karê avakirina hundirê avahîyê di hin beşan de hîn berdewam dikir. Di nav wan cihên ku hîn dihatin çêkirin de, galeriyeke hunerî û kafeyeke ji bo xelkê hebûn.

Piştî ku karê hundirê avahîyê bi tevahî qedîya, cihê bikaranînê yê avahîya nû ya Fiterman Hall gihîşt nêzîkî 37,100 metreyên çargoşe, lê belê avahîya kevin 34,800 metreyên çargoşe bû.

Avahîya nû ya 14 qatî bi dîwarê xwe yê derve yê ji kerpîçên sor û camê ji avahiyên ofîsê yên li dora xwe cuda dibe. Ev sêwirandin dihêle ku kesên di ber re derbas dibin hundir bibînin, daku xelkê herêmê jî rê ji bo xelkê herêmê veke ku vî cihî bi kar bînin, ku tê de navendeke civînan a li ser banî jî heye.

80 polên xwendinê û yên kompûteran ên nû yên li Fiterman Hall, teknolojîya pêşkeftî ya perwerdeyê tê de heye. Ev cihê nû di sala 2012'an de cihê polên zanîngeha BMCC bi qasî ji sêyeka zêde kir. Vê yekê qerebalixîya zêde ya li navenda sereke ya zanîngehê ya li ser kolana Chambers Street kêm kir, ku berê gelek xwendekaran li wir di nav konteyniran de ders dixwandin.

Çêkerên avahîya nû ya Fiterman Hall, kompanîya avahîsazîyê ya Pei Cobb Free & Partners dibêjin ku cihên wê yên çalakîyan û "atmosfereke geş a bi qadên ronahî û dînamîk, alîkariyeke pir mezin didin zindîkirina vî taxî."

Niha
Cihê Fiterman Hall a Resen

Avahîya Fiterman Hall ya Nû
Spasî: VOA11'ê Tebaxa 2026'an
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an
Çavkanî
  • American Institute of Architects
  • amNY Downtown Express
  • Borough of Manhattan Community College (BMCC)
  • New York Daily News
  • New York Times
  • PAL Environmental Services
  • Professional Staff Congress (PSC) CUNY
  • PRWeb
 

Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Berî 11'ê Îlonê
Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Spasî: Pirtûkxaneya Kongreyê, Beşa Resim û Wêneya, Arşîva Balthazar Korab1976

Birc û qada Navenda Bazirganîya Cîhanê di 4'ê Nîsana 1973'an de bi merasîmekê hatin vekirin. Di navenda vê qadê de peykerekî tunc heye ku di sala 1972'an de ji alîyê hunermendê Alman Fritz Koenig ve hatibû çêkirin.

Lêkolîneke ji alîyê Holger A. Klein, profesorê dîroka hunerê li Zanîngeha Columbiayê, nîşan dide ku çîroka vê peykerî di sala 1967'an de destpê dike. Di wê demê de, avahîsazê Amerîkî û sêwiranerê Navenda Bazirganîya Cîhanê Minoru Yamasaki peywendî bi Koenig re datîne û jê daxwaz dike ku peykerekî mezin ê kanîya avê ji bo qada Navenda Bazirganîya Cîhanê ya ku hîn nehatibû çêkirin sêwirîne. Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey di sala 1968'an de modela piçûk a peykerî ya Koenig dipejirîne û karê çêkirina modela mezin dide wî, ku wî jî di dawiya heman salê de li Almanyayê dest bi xebata li ser kir. Piştî qedandina peykerî, wî ew şand porta Bremenê da ku di nav sindoqeke darî de ji bo New Yorkê were şandin, ku ew di destpêka sala 1972'an de gihîşt wir, berî ku li qada Navenda Bazirganîya Cîhanê were danîn.

Spasî: Pirtûkxaneya Kongreyê, Beşa Resim û Wêneya, Arşîva Balthazar Korab1976

Peykerê ku ji alîyê Koenig ve wekî “Great Caryatid Sphere, N.Y.” hatibû binavkirin, ji alîyê rêvebirê Rêveberîya Portê Austin J. Tobin ve wekî sembola aştîya cîhanî ya bi rêya bazirganîyê hate hesibandin.

PIştî mirina Tobin a di sala 1978'an de, Rêveberîya Portê ji bo bîranîna wî navê qada Navenda Bazirganîya Cîhanê guhart û kir Austin J. Tobin Plaza.

11-Sep
Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Spasî: Bri Rodriguez, FEMA News27'ê Îlona 2001'an

Hilweşîna Avahîyên Cêwî qada Navenda Bazirganîya Cîhanê bi tevahî rûxand, lê belê peykerê The Sphere tenê piçekî zirar dît. Di sala 2002'an de, ji bo bîranîna qurbanîyên êrîşan, ew bi demkî birin parka Battery Park û li wir danîn.

2011
Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Pavilyona Nû ya Muzexaneyê
Spasî: Michael Lipin, VOA30'ê Tîrmeha 2011'an

Qada nû ya bîranîna 11'ê Îlonê di Tîrmeha 2011'an de ber bi dawîyê ve çû. Ew li ser heman cihê qada kevin a Austin J. Tobin Plaza hatibû çêkirin. Ev qad di 12'ê Îlonê de ji bo xelkê vebû, anku rojek piştî 10 salîya êrîşan. Li navenda vê qadê jî, pavilyona nû ya muzexaneyê li ser erdî hatibû avakirin, ku di binê wê de muzexaneya bîranîna 11'ê Îlonê dihat çêkirin.

Xebata çêkirina vê qada bîranînê û muzexaneyê di Tîrmeha 2002'an de destpê kir. Di wê demê de, sazîya Lower Manhattan Development Corporation, ku kompanîyeke hevpar a hikûmet û bajarê New Yorkê bû ji bo avedankirina herêmê piştî 11'ê Îlonê, planek ji bo armancên vê projeyê amade kir. Piştî ku nêrînên malbatên qurbanîyan, kesên rizgarbûyî, tîmên alîkariyê yên lezgîn û xelkê herêmê hatin girtin, karbidestên sazîyê di Nîsana 2003'an de plana dawî pejirandin. Vê planê destûr da weqfa nû ya bi navê World Trade Center Memorial Foundation ku bibe xwedîyê vê qada bîranînê, avahîyên li dora wê çêke û wan birêve bibe. Karê herî girîng ê pêşîn ê vê weqfê komkirina pereyan bû bi rêya alîkarîyên xêrxwazîyê, ji ber ku sazîya LMDC wekî sazîyeke fermî ya hikûmetê mafê wê tune bû pereyan bi vî rengî kom bike. Weqfê di îlona 2003'an de serlêdan kir da ku bacê nede (tax-exempt) û zû erêkirina hikûmetê girt, bi vî awayî kete nav rewşekê ku alîkarîyên ji kesên taybet wergire.

Avakirina destpêkê ya projeya weqfa World Trade Center Memorial Foundation di Adara 2006'an de destpê kir. Di wê demê de, karkeran derdora stûnên mayî yên li binê Avahîyên Cêwî girtin da ku wan biparêzin. Di Tîrmeha 2006'an de, Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey qebûl kir ku temamê karê avakirina projeyê bigire ser xwe. Ev biryar piştî wê yekê hat ku rayedarên hikûmet û bajarê New Yorkê dîtin ku eger tenê sazîyek berpirsiyarê kar be, avakirina li ser cihê Navenda Bazirganîya Cîhanê dê zûtir û erzantir bidawî bibe.

Weqfê di Tebaxa 2007'an de navê xwe guhart û kir National September 11 Memorial & Museum at the World Trade Center. Ev guhartin hat kirin da ku armanca projeyê ya ji bo bîranîna vê karesata neteweyî baştir nîşan bide.

2021
Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Pavilyona Nû ya Muzexaneyê
Spasî: Vladamir Badikov, VOA25'ê Tebaxa 2021'an

Muzexaneya nû ya Bîranîna 11'ê Îlonê (9/11 Memorial Museum) di 15'ê Gulanê 2012'an de bi merasîmekê hate vekirin ku ji alîyê serokê wê demê yê Amerîkayê Barack Obama û rêvebirê weqfê Michael Bloomberg ve hate birêvebirin. Di heman rojê de, astengîyên li dora qada bîranînê hatin rakirin û rê ji bo xelkê vebû ku yekem car bi bêpere derbasî hundir bibin. Muzexane di 21'ê Gulanê de ji bo xelkê vebû, piştî 8 salên avakirinê ku bihayê wê tevî qada bîranînê ya ku di sala 2011'an de vebûbû, gihîşt 700 mîlyon dolarî. Ev cihê muzexane û bîranînê, projeya herî bihadar e ku heta niha li Amerîkayê hatîye çêkirin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Pavilyona ya li ser erdî ji alîyê kompanîya avahîsazîyê ya Norwêcî Snøhetta ve hat sêwirandin, lê cihên muzexaneyê yên di bin erdê de ji alîyê kompanîya avahîsazîyê ya li New Yorkê Davis Brody Bond ve hatin sêwirandin. Cihên pêşangehê jî ji alîyê kompanîyên New Yorkê Thinc Design û Local Projects, LLC û kompanîya li Illinoisê Layman Design ve hatin sêwirandin.

Spasî: Vladamir Badikov, VOA24'ê Tebaxa 2021'an

Di muzexaneyê de 10,200 metreyên çargoşe qad heye ku ji bo vegotina çîroka 11'ê Îlonê û teqîna terorî ya 26'ê Sibata 1993'an a li Navenda Bazirganîya Cîhanê hatîye veqetandin. Ev çîrok bi rêya tiştên mayî, wêne, çîrokên kesane û teknolojiya nû tê nîşandan. Mirov di ser rêyeke xwar re dadikevin cihekî mezin ê di bin erdê de ku bingehê cihê kevin ê Navenda Bazirganîya Cîhanê li wir bû. Du qadên sereke yên muzexaneyê Memorial Hall (Hola Bîranînê) ku li ser dîwarê wê gotineke helbestvanê Romî yê kevin Virgil heye ku dibêje "Ti roj nikare we ji bîra demê bide windakirin" û Foundation Hall (Hola Bingehîn) ku perçeyek ji dîwarê avê yê kevn ê Navenda Bazirganîya Cîhanê tê de ye. Ev dîwar ji bo ku avê çemê Hudsonê yê li nêzîkê wir negire ser cihê çêkirina avahîyê di nîvê salên 1960'an de hatibû avakirin.

Cihên din ên herî girîng ên di muzexaneyê de ev in Survivor's Stairs, ku ev derpêsk beşek ji qada bilind a kevin a Navenda Bazirganîya Cîhanê bû û di 11'ê Îlonê de bû rêya rizgarkirina jiyanê ji bo karmendên ofîsê yên ku ji cihê avahîyê direvîyan. Stûna Dawî, ku perçeyek ji hesinê stîl ê avahîya Navenda Bazirganîya Cîhanê bû û di Gulana 2002'an de wekî perçeyê herî dawî ji cihê êrîşî (Ground Zero) piştî qedandina xebatên paqijkirinê hate rakirin.

Beşekî kêşayî ê vî cihê di bin erdê de, cihê parastina hestî û bermayîyên nenas û bêxwedî yên qurbanîyên 11'ê Îlonê ye. Ev der dikeve pişta dîwarê Memorial Hall ê ku gotina helbestvan Virgil li ser e, û tenê karkerên Sazîya New York City's Office of Chief Medical Examiner dikarin bikevin hundirê wê. Li kêleka vî cihî jî odeyeke taybet a bi navê Reflection Room heye ku tenê ji bo xizmên qurbanîyên 11'ê Îlonê hatîye veqetandin. Di dema vekirina muzexaneyê de, di vî cihî de nêzîkî 8,000 perçeyên bermayîyên mirovan hebûn, ku bijîşkên dadî di laboratuvareke taybet a DNA'yê de kar dikin da ku nasnameya wan eşkere bikin.

Hinek ji malbatên qurbanîyên Navenda Bazirganîya Cîhanê li dijî vî cihî derketin. Wan digot ku ne rast e bermayîyên malbatên wan di binê erdê de û li kêleka cihekî tûrîstî yê mezin werin xwedîkirin. Lê belê hinek xizmên din ên qurbanîyan vî cihê di bin erdê de wekî cîhekî guncan û durust didîtin.

Nîqaşên mezin li ser bihayê bilêta muzexaneyê jî çêbûn, ku di destpêkê de ji bo mezinan 24 dolar bû. Hinek ji malbatên qurbanîyên 11'ê Îlonê digotin ku ev biha zêde ye. Lê belê kesên ku piştgirîya vê biryarê dikirin digotin ku ev bihayê bilêtê, ku paşê gihîşt 26 dolarî, li gora mezinahî û nirxê vî cihî ye. Nexasim ku tenê ku tenê mesrefên birêvebirin û xebatên vî cihî di sala 2019'an de gihîştibû 73 mîlyon dolarî.

National September 11 Memorial & Museum dibêje ku ji dema vebûna wê ya di Gulana 2014'an de, zêdetirî 17 mîlyon mirov hatine serdana muzexaneyê. Herwiha ew dibêjin ku zêdetirî 50 mîlyon mirov ji çar alîyên cîhanê hatine serdana qada bîranînê (Memorial plaza) ji dema ku di sala 2011'an de vebûye.

Niha
Cihê Qada Resen Navenda Bazirganîya Cîhanê

Pavilyona Nû ya Muzexaneyê
Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

National September 11 Memorial & Museum di sala 2026'an de, ji bo bîranîna 25 salîya êrîşên 11'ê Îlonê, dest bi nîşandana çendîn pêşangehên taybet kir. Yek ji van pêşangehan a bi navê “Our Flag Was Still There” (Ala Me Hîn Li Wir Bû) alayên Amerîkî yên serdemê 11'ê Îlonê nîşan dide. National September 11 Memorial & Museum got ku ev ala nîşana hêza rûmeta Amerîkayê ne li hemberî hemû zehmetî û karesatan.

Spasî: VOA10'ê Tebaxa 2026'an

Belgeya agahdarîyê ya sazîyê diyar dike ku ji dema vebûna wê ya di sala 2014'an de, muzexaneyê pêşwazî li 25 mîlyon mirovî kirîye ku ji Amerîkayê û 190 welatên din hatine. Bihayê bilêta mezinan di sala 2026'an de gihîştîye 36 dolaran, lê belê muzexane ji bo êvarên Duşemê hejmareke sînordar bilêtên bêpere pêşkêşî xelkê dike.

Çavkanî
  • Rojnameya Christian Science Monitor
  • Zanîngeha Columbia
  • DNAinfo
  • Lower Manhattan Development Corporation
  • Bîrdarî û Muzexaneya Neteweyî ya 11ê Îlonê
  • NBC News
  • New York Times
  • NPR
  • Observer (New York)
  • Rêveberîya Portê ya New York û New Jersey
  • USA Today