Ber Bi Cîhadê Ve

Veguhertina gencekî Tirk ji astronom bo şervanekî Dewleta Îslamî (Daîş)

Ji aliyê Deska Çavdêriya Tundrêbûnê ya Dengê Amerîka

Reşîd Tugral gelek hezker li ser malperên medyaya civakî peyda kir, bi xêra wêneyên balkêş ku bi şevê ji ezmanê welatê xwe Tirkiyê digirt. Wekî mînak, wê wêneyek xweşik li ser malpera National Geographic belav kir. Ew tevlî programeke xwendina bilind ya astronzanînê li Finlandayê bû.

Wekî gencekî jîr û qeşeng, xuya dibû ku karekî baş wekî astronom li hêviya bû. Lê Tugral li tiştekî din digeriya. Wekî Mislimanekî ku li malbateke parêzkar hatibû xwedîkirin, wî dest bi serdana malperên cîhadî li dema xwendina xwe ya zanîngehê kir.

Tugral şirovekirina wan malperan ya radîkal ji bo Îslamê xist dilê xwe. Di destpêka sala 2015ê, wî dest ji malbata xwe û jiyana xwe ya xweş berda û tevlî cîhadîstên Daîş li nav Sûriyê bû. Li Tebaxê, Tugral di dema şerekî li hember hêzên Kurdan li Sûriyê hate kuştin.

Bi hezaran gencên Misliman ku bi îdyolojî û propagandaya Daîşê ve hatin kişandin, tevlî xîlafata terorîstan li Îraq û Sûriyê bûne.

Wekî Tugral, gelekan dev ji jiyana xwe ya xweş berdan. Lê çîroka Tugral taybet e, ji ber ku wî pir nivîsîn û wêne li dû xwe hişt ku tê de veguhertina xwe di nav deh salan de belge kiriye.

Tugral wêneyek ji ezman re li nêzîk Çavdêriya Netewî ya TÜBİTAK li Antalya, Tirkiyê girt û ew li 17ê Oktoberê sala 2014 li ser Facebook belav kir.

Tugral wêneyek ji ezman re li nêzîk Çavdêriya Netewî ya TÜBİTAK li Antalya, Tirkiyê girt û ew li 17ê Oktoberê sala 2014 li ser Facebook belav kir.

bi salan, Tugral wêneyên xwe, yên pisîkan, dîmenên ezmanî û nivîsîn derbarê ola xwe belav kir. Gelek caran jî wî rexne li kesên bê bawerî kir. Di peyameke berfireh ku li ser înternetê sala borî belav bû, wî ezmûnên xwe yên roj bi roj bi Daîş re parve kir: acizî, rahênan û êrîşên ezmanî.

Wî berevaniya kiryarên Daîş yên herî hovane wekî serjêkirina xelkê û koletiya jinan jibo seks kir. "Çi kesê ku bimire bêy ku jibo cîhadê şer bike yan jî hizra cîhadê bike munafiq e," Tugral li ser Facebooka xwe nivîsî.

Di wê nivîsê de, wî axaftineke Pêxemberê Îslamê, Mihemed, bikar anî. Zanayên ola Îslamê wekî Mihemed Ebdelfadel dibêjin ku mîlîtanên radîkal ziyan gihandine Îslamê û wateya cîhadê û herwiha dibêjin ku Îslam bixwe teror û êrîşkirina sivîlan. Gelo ew çi sedem bû ku hişt Tugral rêka tundrêbûn û tundûtûjiyê bigire?

Tîmeke rojnamevanên Dengê Amerîkayê xwest bersiva vê pirsê bidin, vêca wan da dû nivîsînên Tugral li ser malperên medyaya civakî û peyameke wî ya 14 rûpel ku derbarê jiyana xwe ya li Sûriyê nivîsîbû, ji zimanê Tirkî wergerandin. Tîma Dengê Amerîka herwiha çend hevpeyvîn ligel heval û malbata Tugral jî kir. Di nav wan jêderan de, hevpeyvîneke kin bi bavê wî re jî hate kirin. Cîhad ne riya ku Tugral destpê kiriye, ne jî kesayetî û jîrbûna wî ev yek pêşniyar dikir. Jiyan û mirina wî haleteke trajîk ji me re didin xuya kirin ku çawa Misilmanên genc dikevin xefka îdyolojiya Daîş ya şaş.

Di Malbateke Oldar de Mezin Bû

Wekî zarokê naverast ji nav sê zarokan, Tugral li devera Sincan ya Enqereyê mezin bû. Malbata wî rêz li xwendin û olê digirt.

Bavê wî xwedî dîploma doktorayê di wêjeya Tirkî de û li dibistanekê karê mamostetiyê dike. Birayê wî yê mezin endazyarê elektronîk e û herwiha muzîkjen e. Xuşka wî xwendekar e û apekî wî jî profesorê matematîkê ye.

Suleyman Tugral, bavê wî, di navbera 2008 û 2014 de li ser Îslam û nêrînên parêzkar, nivîs û helbest belav kir.

Wî herwiha jibo xwendina xwe ya bilind, lêkolînek bi navê (Sîstema Nirxê di Quranê de) nivîsî ku tê de piştgirî da cîhada mîlîtanan û lanet li Cihû û Krîstiyanan anî ji ber ku wan bawerî bi Xwedê û pêxemberê wî ne anîn.

Wî carekê nîvîsî ku "cezayeke tund li hêviya wan e." Wî û jina xwe Reşîd li dibistaneke lîseyê ya taybet bicî kirin ku tê de ew fêrî xwendin û zanîna Quranê bû.

Jor: Tugral wêneyê ezmên û heyvê ji Çavdêriya Netewî ya Tubitak digire. Dever: Antalya, Tirkiyê. Wêne 14ê Oktoberê, 2014 hatiye belavkirin.Wêneya ligel vê tekstê: dîmeneke ezmanî li dema Festîvala Stêrê ya sala 2012 li Çavdêriya Netewî ya TUBITAK li Antalyayê. Wêne 12 Oktoberê, 2014 hatiye belavkirin.

Jor: Tugral wêneyê ezmên û heyvê ji Çavdêriya Netewî ya Tubitak digire. Dever: Antalya, Tirkiyê. Wêne 14ê Oktoberê, 2014 hatiye belavkirin.


Wêneya ligel vê tekstê: dîmeneke ezmanî li dema Festîvala Stêrê ya sala 2012 li Çavdêriya Netewî ya TUBITAK li Antalyayê. Wêne 12 Oktoberê, 2014 hatiye belavkirin.

Jîrbûneke bêhempa

Di dawiya sala 2007ê de, Tugral derbasî Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî (METU) bû.

Ev zanîngeh wekî Harvard ya Tirkiyê tê zanîn. Wî dixwest fîzîkê bixwîne. Zanîngeha sekuler jiyanek anî pêş Tugral ku ji jiyana wî ya li malê cuda bû, hevalê wî Nihat Celik, ku pê re dixwend ev yek got.

"Bi roj ew diçû nav jîngeheke azad li zanîngehê û bi şev jî diçû nav malbateke oldar û parêzkar," Celik got.

" Ne pêkane ye ku tu van herdu têgehên jiyan li yek cihî bigihîne hev"

Di vê wêneyê de Tugral bi çiyayekî gelek bilind ve li Antalyayê hildikişe. 

Di vê wêneyê de Tugral bi çiyayekî gelek bilind ve li Antalyayê hildikişe. 

Li METU, Tugral bi hezkirina xwe ji astronomî û wênevaniyê re hate naskirin. "Kesekî jîr bû. Wî pirsên gelekî baş dikir," profesorekî wî li zanîngehê got.

Jiber sedemên ewlekariyê, vî profesorî nexwest navê xwe eşkere bike. "Lê ew ne xwendekarê herî baş bû, ji ber ku ew bê dîsplîn bû û gelek caran nedihat dersê."

Tugral navê xwe li kluba astonomiyê ya zanîngehê tomar kir û dûre bû hevalê rêberê wê, Utku Boratac.

Bihev re, wan lêkolîna ezmanan bi şevê kirin. Boratac got Dengê Amerîka ku wan herwiha alîkariya Çavdêriya Netewî ya TUBITAK kir jibo helkefta wan ya salane jibo temaşekirina stêrkan. Di sala 2010ê de, Tugral dest bi belavkirina wêneyên xwe yên astronomiyê li ser malpera National Geographic kir.

Di sala 2012ê de ew beşdarî pêşbirka NASA ya wêneyan bû ku t de wêneyên bi teleskopan hatine girtin parve kir. Li ser malperên medyaya civakî, wî ji xwe re navê Pisîka Navokî hilbijart.

Tugral ev wêne ligel vê nivîsê: "Li dem xwendinê dikeve xewê..." li 8ê Oktobera 2014ê belav kir.

Tugral ev wêne ligel vê nivîsê: "Li dem xwendinê dikeve xewê..." li 8ê Oktobera 2014ê belav kir.

Kesayetiyeke ne Normal

Hevalekî Tugral ku nexwet navê xwe eşkere bike, got ku Tugral hergav bikêf bû û "wî henekên xwe bi her tiştî dikir."

Hevalê ku pê re dixwend da xuyakirin ku Tugral "carekê bi cilên gelekî teng hate zanîngehê." Careke din jî ew bi tena şort hate dibistanê.

Wekî kesekî ku ji ajotina baysiklet û avjeniyê hez dikir, Tugral hergav li serpêhatiyeke nû digeriya. "Carekê ew ji Enqerê heta Konyayê bi baysiklet çû." Di navbera herdu bajaran de 262 kîlometre hene.

"Piraniya kesên min nas dikin dibêjin ez dîn im, lê ew di heman demê de dixwazin wek min bin jiber ku ez pirê caran tişta ku dixwazim bikim dikim. Ajotina baysikletan jî yek ji wan tiştan e," Tugral li ser malpera Couchsurfing nivîsî.

"Ez hez dikim bikenim û xelkê li dora xwe jî bikenînim (tevî ku ez carinan digirîm jî). Lê xelk ne wisa ne... Ew piraniya wextê aciz in."

Ber bi Radîkalbûnê ve

Li METU, Tugral wek Mislimanekî oldar ma, lê her peywendiya civakî ligel wan kesan dikir ewên ku girîngî nedidan nivêj, rojîgirtin û dûrketina ji alkolê. "Carekê, me tevan alkol vedixwar," hevalekî din yê Tugral got, bêy ku navê xwe eşkere bike ji tirsa ji radîkalan.

Tugral "bi me re venexwar, lê wî henekê xwe bixwe kir jiber ku wî alkol venedixwar."

Sala 2013ê, Tugral beşdarî protestoyekê li dijî hikûmetê bû û piştre wî bêti berê xwe da ola xwe jibo têgihiştina jiyanê. Ew êdî hate guhertin, hevalê wî yê astronomiyê Boratac got. Hêdî hêdî, Tugral xwe dûrî jîngeha METU ya sekuler kir. Wî rîha xwe berda û nema porê xwe kur kir, wekî şêweyê Daîşê.

Li ser Facebook wî nivîsî ku "komunîstên METU lihev kom dibin û dikenin dema ku tu silavan li hevalên xwe dike û maçî eniya wan dike."

Jor: nivêjker li hêviya şêvê ne. Mizgefta Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî. 22ê Sibata 2015. Wêne ji Mizgefta METU hatiye wergirtin. Wêneya ligel vê tekstê: Tugral dîmeneke qubeya Çavdêriya Netewî ya TUBITAKê li hember ezmanê tijî stêr li Antalyayê digire. Wêne 26ê Oktobera 2014ê hatiye belavkirin.


Jor: nivêjker li hêviya şêvê ne. Mizgefta Zanîngeha Rojhilata Navîn ya Teknîkî. 22ê Sibata 2015. Wêne ji Mizgefta METU hatiye wergirtin. 

Wêneya ligel vê tekstê: Tugral dîmeneke qubeya Çavdêriya Netewî ya TUBITAKê li hember ezmanê tijî stêr li Antalyayê digire. Wêne 26ê Oktobera 2014ê hatiye belavkirin.

Tugal êdî bêtir dem li komela mizgefta zanîngeha xwe derbas kir û bi demjimêrên dirêj Quran "peyv bi peyv û ayet bi ayet" nîqaş kir, Boratac got.

"Carekê wî nivîsek derbarê Îslamê li ser Facebook belav kir. Dema min xwest şîroveyekê li ser deyînim, da ku gotûbêjekê destpê bikim, wî qet bersiv neda." Carna jî, bi rojan diket nav lêkolînkirina Quranê, carna jî bi hefteyan, bêy ku ji mizgeftê derkeve, Celik ji kluba astonomiyê ji Dengê Amerîka re got. Wî radîkalbûna hevalê xwe heta radeyekê bi beşdariya wî ya civatên li mizgeftê girêda. Li buhara 2014, "kesekî din ji civata mizgeftê çû Sûriyê yan Îraqê," Celik got. "Em nizanin çi pê hat."

Di raporteke sala 2015ê de li ser Tugral, kovara Newsweek ragihand ku endamekî civata mizgefta zanîngehê tevlî Daîş bû û vîdyoyên cîhadî li ser înternetê ligel Tugral parve kir. Wê raportê got ku Tirkên li nav refên Daîşê hatibûn paşvexistin, li wê dema ku hikûmeta Tirkiyê bal dida ser şervanên biyan ku bi riya sînorê Tirkiyê derbasî Sûriyê dibûn da ku tevlî Daîş bibin.

Tugral carinan jî dibû îmamê nivêjê li mizgefta zanîngehê jiber karîna wî ya xwendinê, Ufuk Tastan, alîkarê lêkolînê li beşê fîzîkê yê METU, ji rojnameya Daily BirGun ya Tirkî re got. Ew jî ligel Tugral xwendekar bû.

Piştre ne bi gelekî, Tugral bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji bo cîhadê dianî zimên. Li ser Facebookê, wî şîniya mirina sivîlên Sûrî lidar xist û got ku ew ji ber êrîşên Rûsya, Sûriyê û koalisyona bi serkêşiya Amerîka ve tên kuştin. Wî herwiha hikûmet û gelê Tirkiyê şermezar kir.

"Her demekê, wî rexne li hikûmetê ji ber gendelî û bertîlan dikir," Celik got, û Tugral herwiha bawer dikir ku hikûmeta Serok Recep Tayyip Erdogan "Îslam bi awayekî şaş birêve dibir."

Xwendina li Finlandayê

Tugral ji zanîngeha METU (ODTU) di buhara 2014ê de derçû. Di payîza wê salê de, ez derbasî programa masterê jibo fîzîkê li Zanîngeha Jyvaskyla bû.

Li ser Facebookê, wî kêfxweşiya xwe bi guhertina jîngeh û ceografiyê anî û got, "bê guman zanîngeha min ya nû xweştir e zanîngeha kevin."

Li ser malperên medyaya civakî, Tugral wêneyên payîza gundewarê Nordîk yê balkêş belav kir, ligel wêneyên pisîk, sivûre û ajelên din.

Tugral wêneyê gundê Akaslompolo li devera Kolari ya Finlandayê digire. Wêne li 26ê Çilê 2014 hatiye belavkirin.Ligel vê tekstê: Tugral wêneyeke ezmanî li Yllas digire. Ylllas parkeke netewî li Finlandayê ye. Wêne 27ê Çilê 2014 hatiye belavkirin.


Tugral wêneyê gundê Akaslompolo li devera Kolari ya Finlandayê digire. Wêne li 26ê Çilê 2014 hatiye belavkirin.

Ligel vê tekstê: Tugral wêneyeke ezmanî li Yllas digire. Ylllas parkeke netewî li Finlandayê ye. Wêne 27ê Çilê 2014 hatiye belavkirin.

Lê Tugral gelekî bala xwe nedida xwendina xwe. Li şûna wê yekê, ew diçû mizgefta Nûr ya bajarê Jyvaskyla.

"Ew nedihat dersan, lê belê bêtir wext li mizgeftê derbas dikire yan jî li ser înternetê dema ku li malê bû," Anbu Posakkannu, kesekî ku ligel Tugral dijiya, ji Rojnameya BirGun Daily re got.

Posakkannu got ku Tugral "gelek caran digot ku wî dixwest tevlî Daîş bibe." VOA nikarîbû xwe bigihîne Posakkannu. Hevalê Tugral yê li METUyê, Boratac ji Dengê Amerîka re got ku wî henekê xwe bi Tugral re dikir jiber rîha wî.

"Min bi henekî jê pirsî, çawa hiştin bi vî şiklî tu derbasî Finlandayê bibe? Gelo ji te nepirsîn ku tu diçî cîhadî?" Boratac anî bîra xwe.

Li gorî Boratac, ev bersiva Tugral bû: "Li vir ew li ser nêta te danûstandinê ligel te dikin, ne li ser şiklê te." Lê nêta Tugral xwendekar hinek guman anîbû ser xwe, li gorî rojnameya BirGun Daily.

karbidestên ewlekariya Finlandayê derengî sala 2014ê, vekolînek derbarê wî de vekirin, rojnameyê ragihand.

Di raporta kovara Newsweek de jî, hate ragihandin ku polîsê Finlandî "derbarê nivîsên wî yên Facebookê", ew dabûn ber lêpirsînê.

Rêvebirê mizgeftê Xalid Bellamine ji Dengê Amerîka re piştrast kir ku karbidestên ewlekariya Finlandî peywendî derbarê Tugral ligel kiribûn. Lê Bellamine got ku "wî Tugral nas nedikir û kesekî din jî li nav mizgeftê ew nas nedikir."

"Li gorî me bala xwe dida wî, ew derengî şevê dihat mizgeftê û bi kesekî re nedipeyivî," Bellamine got. "Eger gumanek derbarî wî li cem min çê bûba, min yekser desthilat agahdar kiriba."

Jor: Tugral serdana Hotêla 7 Fells li Akaslompolo li başûrê Finlandayê dike.


Jor: Tugral serdana Hotêla 7 Fells li Akaslompolo li başûrê Finlandayê dike.

Berî ku jibo bihnvedana zivistanê ji Finlandayê derkeve, Tugral kameraya xwe ya DSLR bir Katedraya Helsinki û herwiha Hotêla 7 Fells li herêma Lapland, jiber ku "xwediyê wê jî wekî min wênevanekî xwedî ezmûn e," wî li ser Facebookê nivîsî.

Tugral li pêş Kadetraya Helsinki ye. Ev jî kenîseyeke Evengelîkal e. Wêne 17ê Çilê 2014 hatiye belavkirin.

Derbeyek, paşê Sefer

Tugral vegeriya mala bavê xwe li Enqerê, li wir hinekî ma berî ku bi temamî berê xwe bide cîhadê. Wî ji dê û bavê xwe re got ku ew dixwaze şeva 10ê Kanûna 2015 ligel hevalên xwe yên zanîngehê derbas bike. Lê li şûna wê, wê çenteyekî sivik amade kir û berê xwe da Sûriyê.

"Berî seferê, ez baweriya xwe didim Xwedê," wî paşê nivîsî.

Tugral li Otubusekê siwar bû, lê hate bîra wî ku "kamera xwe jibîr kiriye," wî nivîsî. Wî ew kamera bi xwe bibirû her deverê, bi riya wê jiyan û serpêhatiyên xwe tomar dikir. Lê wî ew şaştiya hiştina kamereyê li dû xwe wekî "şaştiyeke biçûk dît."

Çûna Sûriyê

Ev serpêhatî û tiştên din ku li dû çê bûn di nameyeke dirêj ya Tugral de hatin nivîsîn. Ew name qeto qeto hatibû nivîsîn, jiber ku hergav înternet û medyaya civakî li ber destê wî li Sûriyê peyda nedibû. Li 25ê Adara 2015, Tugral nameya xwe ya bi navê "Silav ji Nav Axa Xîlafetê," li ser Facebookê belav kir.

Li bajarê Urfa yê sînorî, Tugral ligel hinek kesên ji Tûnis, Lîbya û Erebistana Saudî ku wan jî dixwest tevlî Daîş bibin, kom bû. Bihev re, ew bi qaçaxî derbasî Sûriyê bû. "Me bi demeke dirêj baz da. Baş bû ku min çenteyekî giran bi xwe re nebiribû," Tugral nivîsî.

Endamekî pordirêj yê Daîş ku bixwe Afganî bû pêşwaziya wan kir û bi trimbêlekê ku ala Daîş ya reş li ser bû, ew birin bajarê Tel Ebyed (Girê Spî). Ew birin malekê ku bi mûman ve hatibû ronîkirin. Hemû pasteport û alavên wan yên elektronîk ji wan hatin standin, lê Tugral şervanekî Daîş razî kir ku emaila xwe bikar bîne da ku malbata xwe agahdar bike.

"Înternet gelekî xirab bû," wî nivîsî. Wî herwiha got ku telefona wî jê hate standin berî ku hemû emailên xwe bişîne. "Gelo ez bi ku de diçim?" Wî ji xwe pirsî.

Daîş ev kesên nû hatine da ber lêpirsînê û navekî nû da her yekî ji wan. "Navê min, helbet Ebû Hureyra bû," Tugral di nameyê de nivîsî.

Tugral rûyê xwe bi tevahî nixumandiye li dema bahozekê li bajarê Raqa yê ku Daîş ji xwe re kiriye paytext. Wêne 6ê Çilê 2015 belav bûye.

Tugral rûyê xwe bi tevahî nixumandiye li dema bahozekê li bajarê Raqa yê ku Daîş ji xwe re kiriye paytext. Wêne 6ê Çilê 2015 belav bûye.

Birayetî û Acizî

Piştî çend rojan, Tugral hate şandin bo maleke din ku dîwarên wê ji ber guleyan hatibû qulkirin. Belkî ew mal di encama şer de hatibe bidestxistin, wî nivîsî. Dora 20 kesan di wî xanî de bûn.

Tugral bala xwe da pirrengî û piştgiriya wan jibo Daîşê. Yek ji wan ji kîkbokserek ji Almanyayê bû. Yekî din jî endazyarekî mekanîkî ji Bangladeşê bû. Yek din yekser piştî azadbûna xwe ji zindaneke Fransî hatibû. Kesekî ji Çînê 15 hezar dolar dabû da ku xwe bigihîne Daîşê.

Piştî çend rojên din, Tugral û heşt kesên din li otubusekê siwar bûn û berê wan ber bi Reqayê ve hate dayîn. "Emê we li buhiştê bibînin," bi vî awayî xatir ji kesên mayî xwestin.

Tugral shows off in a diving video he shared on Facebook.

Tugral li Reqa ji xwe re digeriya, li wê dema ku li hêviya perwerdeya şerîa Îslamî û rahênanê bû. Daîş vê yekê li ser hemû endamên nû ferz dike. Bajar "mezin û qerebalex bû… Xelkê jiyana xwe normal birêve dibir bêy ku ti serî werin jêkirin," wî di nameya xwe de got. "Tişta herî xweş ya Dewleta Îslamî ew e ku çigarekêşan li her deverê qedexe kiriye," wî herwiha got. Lê wî gazina wê yekê kir ku gelek dûman "di encama şewitandina mazotê de heye."

Tugral du hefte li Reqayê derbas kir, tê de ligel endamên din yên biyan di xaniyekê sar û bê av de man. Tiştek ji bilî hêkan jibo xwarinê tune bû. kulbûnek di qirka wî de peyda bû, lê ev yek tiştekî biçûk bû hember êrîşên ezmanî ku derî û pencer dihejandin, "tê digot qey bayekî bihêz hebû... Di her kêlîkekê de em rastî tirsa ketina bombeyekê bi ser serê me de dibûn."

Amadekirina jibo Şer

Di nav çend mehan de, Tugral ji malekê diçû maleke din, çi Reqa û derdora wê, çi jî li parêzgeha Humsê. Wî gazinê rewşa jiyana xwe kir ku serme, qerebalex û gemar tê de peyda dibû. Di nameya xwe de, wî nivîsî ku "em dora 30 kesan di yek odeyê de radizan û hergav kesên nû li me zêde dibûn."

Li demekê, Tugral di şikeftekê de dima. Daîşê doşek û alavên din tê de dabîn kiribû û hinek tiştên din ji rikaberên wê yên şer hatibûn standin wekî betaniyên ku nîşana Neteweyên Yekbûyî li ser bûn. Rahênana Tugral li nav şikeftê destpê kir. gelek teknîk tê de hatin bikaranîn, wekî meşa li nav heriyê.

Tugralê ku jaketek û panteron ji Finlandayê kiribû, "nedixwest di nav heriyê de bimeşe, lê diviya bû ez vî karî bikim." Wî şîret li kesên ku dixwazin tevlî Daîş bibin kir ku bi cilên durist werin wir. Di nav şikeftê de, endazyarekî Brîtanî û kurê xwe ligel Tugral bûn.

Wî hinek ji zanîna xwe derbarê ezmannasiyê ligel wan parve kir. Tevî ku elektrîk li nav şikeftê hebû, piraniya bajar bê elektrîk bû. Ev yek jî sedem bû ku stêrk bi hêsanî werin dîtin.

"Ez dikarim bibêjim ku ezman li her devereke Dewleta Îslamî sayî ye."

Tirsa ji ezmanan

Hema li her deverê, endamên nû rastî êrîşên ezmanî dihatin. Firokeyên rejîma Serok Beşar Esed "rojane di ser me re difiriyan… Yek bombe li nêzîk me ket. Ew gelekî bihêz bû ku me ker kir û çaleke mezin li tenişt me peyda kir."

Tugral hewl da ku wekî kesên şikeftan bijî. Wî pêzanîn bi wê yekê kir ku problemên Dewleta Îslamî hene, wekî: nebûna paqijiyê, nebûn rêxistinê û nêta endamên nû. Endamekî ji Moldova ku berê ligel Cebhet el-Nusra jî şer kiribû "ji min re got ku hinek mucahid ji bo pereyan hatine nav Dewleta Îslamî."

Lê tevî wiha jî, Tugral paşerojeke geş li pêş xwe didît.

"Dewleta Îslamî ne dewleteke bi temamî baş e. Rast e ew dewleteke Îslamî, lê şaştiyên xelkê ne sûcê Dewletê ye," wî got. "Hemû tişt ne bi şêweyekî durist birêve diçin li vir, gelek girîngî bi paqijiyê nayê dayîn, qanûnên trafîkê nayên bicîkirin. Lê emê hewl bidin her tiştî gav bi gav serrast bikin, bi taybet ligel alîkariya muhaciran."

Jor: Tugral, çepê, ligel şervanekî Daîş li bajarê Reqa, Sûriyê. 9ê Tîrmeha 2015. Ligel vê tekstê: Tugral dibêje bajarê Dêra Zorê bûyê bajarekî val piştî şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û mîlîtanên Daîş de. Ev wêne 9ê Tebaxa 2015ê hatiye belavkirin.

Jor: Tugral, çepê, ligel şervanekî Daîş li bajarê Reqa, Sûriyê. 9ê Tîrmeha 2015. 


Ligel vê tekstê: Tugral dibêje bajarê Dêra Zorê bûyê bajarekî val piştî şerekî giran di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û mîlîtanên Daîş de. Ev wêne 9ê Tebaxa 2015ê hatiye belavkirin.

Ketina nav Şerê

Piştî mehekê li nav şikeftê, Tugral û pênc kesên din wekî komandoz hatin hilbijartin û tevlî şervanên berê yên Daîş bûn. Rewş êdî ji nişkave baştir bû, Tugral got. Komandoz ketin nav malekê ji derveyê Humsê. Li wir, her kesekî betaniyek wergirt. Nanpêjê wan yê Tajîkî "xwarinên nêzîkî kultura me" amade kir. Û her hefteyekê berxek serjê dikir jibo goşt bide me. "Mûz û Portoqal hema rojane dihatin pêşkêşkirin. Her rojê jî sê-çar çoklêtên Snickers didan me."

Jibo yekem car di şer de, ji Tugral hate xwestin ku alîkariya bijîşkî pêşkêşî şervanan bike jiber perwerdeya wî ya alîkariya bilez ku li zanîngeh METU dîtibû. "Ez bijîşk bûm," wî nivîsî.

"Çi rengê zanînê di warê bijîşkî de li vir bi kêr dihat." "Ew care yekê bû ku min dengê guleyê ewqasî nêzîk bihîst. Teq Teq," wî bibîr anî. "Me xwe li pişt hinek girên deverên vedişart dema me dengê tankan dibihîst." Piştî çend demjimêran li nav seqema ba û baranê, wî destûr wergirt ku ji wir derkeve. Li nav çadira ku wekî nexweşxaneyeke meydanî dihate bikaranîn, du kuştî û şeş birîndar hebûn. "Bihna xwînê li her deverê bû," wî nivîsî.

Berevaniya Berbertiyê

Piştî şeveke din ji şerî, Tugral û hevalên xwe yên cîhadî "bi serkeftin" vegeriyan bingeha xwe. Di wî şerî de wan du tank, trimbêleke biçûk, çend bombe û "sê seriyên jêkirî" bi xwe re birin.

Piştre ew ligel hevalê xwe yê Tirk Boratac li ser Facebookê hete nav gotûbêjê de ku tê de berevaniya serjêkirina Daîş ji xelkê re kir. Boratac jê pirsî çima ew tevlî rêxistinekê bûye ku "xelkên bêsûc dikuje û seriyan jê dike? Ev nexweşiyek e."

Tugral bersiva xwe da ku ew yek ceza bû ji bo piştgirên rejîma Sûrî ewên ku "gelek xelkên bêsûç kuştine" û ji bo kesên ku "desthilata Îslamî qebûl nakin, ewên ku bûne koleyên Amerîka."

Wî herwiha berevaniya birina Daîş ya jinan, piranî jinên Êzîdî, wekî koleyên seksî kir. Tugral ji Boratac got ku serjêkirin tenê jibo armanceke stratejîk e: "Ev yek tenê jibo televizyonê ye da ku dijmin werin tirsandin. Dema ew vê yekê bibînin, ewê ji me bitirsin û birevin."

Zavayekê Cîhadî

li Nîsana 2015, Tugral di şerekî de ligel hêzên Kurdan li nêzîk bajarê Girê Spî birîndar ket. Ew hate şandin bo Reqayê da ku were dermankirin.

Tugralê birîndar li bajarê Girê Spî (Tel Ebyed) tê dermankirin. Ev wêne 17ê Nîsanê sala 2015ê hatiye belavkirin.

Tugralê birîndar li bajarê Girê Spî (Tel Ebyed) tê dermankirin. Ev wêne 17ê Nîsanê sala 2015ê hatiye belavkirin.

Piştî mehekê, Tugral ligel Ayşe el-Turkî zewicî. Ayşe bi xwe jî alîgireke jin ya Daîşê ji Tirkiyê bû. Di posteke Facebookê de, Tugral nivîsîbû ku cîhadîstên bêjin 100 dolaran mehane wergirin û di xanîyekê de ligel şeş şervanên din dijîn. Şervanên biyan "çar meh hene da ku bizewicin.. Dewleta Îslamî xaniyekî dide te û alîkariya diravî pêşkêşî zarok û jinên te dike."

Piştî dawetê, Tugral hebûna xwe li ser medyaya civakî gelekî kêm kir. Hevalê wî Boratac bi riya Facebookê jê daxwaz kir ku vegere Tirkiyê.

"Wî got ku nû zewicî ye û jina wî aciz dibe dema ew wexta xwe li ser medyaya civakî derbas dike," Boratac ji Dengê Amerîka re got. "Min nizanîbû gelo ew henekan dike yan jî rastiyê dibêje."

Nivîsên Tugral dûvre li ser Facebook û Twitterê kêm bûn, lê di wan de wî bêtir baweriya xwe bi cîhadê eşkere kir. Wî êrîşên ezmanî yên Sûriyê, Rûsya û Koalisyona bi serkêşiya Amerîka şermezar kir. Wî banga wê yekê kir ku her tiştî li gorî şerîa Îslamî bike, "ji xwarinê bigire heta bi çûna destavê."

Wî herwiha, bi riya Facebookê, rexne li Erebên Sûriyê kir ku nizanin bi duristî Quranê bixwînin û silava Îslamî nadin: "Dema ez dibêjim el Salamu Eleykum," xelkên normal li Reqayê dibêjin, "merheba, merheba. Ez gelekî ji vê yekê ne razî me."

Ji bo Gawiran, 'serdana cehnemê'

Tugralê berê, yê ku ji zanînê hez dike, ne bi temamî winda bûbû. Wî carinan wêneyên xwe yên kevin derbarê astronomiyê belav kir. Wî li ser ceolojiya û fîrmên dermanan nîvîsî û herwiha çawa kompûter dê wekî stêrkan bibe bêsînor.

Li ser Twitterê, wî pesnê karê fîzîkvanan wekî zanayê Amerîkî Richard Feynman da. Wî herwiha bang li wan kir ku "werin nav Îslamî berî mirin xwe bigihîne wan." Carekê Tugral lige fîzîkvanê Amerîkî yê xwedîyê xelata Nobel Walter Kohn kom bû û wêneyek ligel girt. Lê piştî mirina Kohn sala 2015, Tugral li ser Twitterê got ku wekî zanayekê ne Misilman, ewê Kohn "mixabin here cehnemê."

Tugral ligel fîzîkvanê Amerîkî Walter Kohn. Cih û dema wergirtina vê wêneyê nayê zanîn. 


Tugral ligel fîzîkvanê Amerîkî Walter Kohn. Cih û dema wergirtina vê wêneyê nayê zanîn. 

Mirina Tugral li destpêka Tebaxê hat, di encama şerekî de di navbera Daîş û hezên Kurdan yên ser bi Amerîka ve li bakurê Reqayê de. Li gorî ragihandina Daîşê, wî li wir şer dikir.

Di hevpeyvîneke kin de, bavê Tugral ji Dengê Amerîka re got ku bûka wî, jina Tugral, mirina wî di peywendiyeke telefonî de piştrast kiribû. Jinê got ku termê wî li Sûriyê hate veşartin.

Bavê Tugral, Suleyman Tugral, bo nûçegihanê Dengê Amerîka yê ku serdana mala wan li Enqerê kir, got wî hewl dida termê kurê xwe ji Sûriyê derxîne û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kiriye ku mirina wî vekolîn bikin. "Em nizanin ew çawa mir," Suleyman Tugral got.

"Me doza mirina wî bir ofîsa dozgirê Enqerê û em li hêviya bersiva wan in." Wî zêdetir li ser kurê xwe ne axivî û mirovên wî jî daxwazên hevpeyvînê qebûl nekirin.

Ev wêne ji aliyê malpereke ser bi Daîş ve li 8ê Tebaxê hate belavkirin, tê de Tugral piştî mirinê li Reqayê tê nîşandan. 

Ev wêne ji aliyê malpereke ser bi Daîş ve li 8ê Tebaxê hate belavkirin, tê de Tugral piştî mirinê li Reqayê tê nîşandan. 

'Ez hêvî dikim we li jiyana din bibînim'

Nîvîsa Tugral ya herî dawî li ser Facebookê 31ê Tebaxê belav bû, dora mehekê piştî mirina wî: "Ez ez ji bo demeke dirêj tiştekî nenivîsim, bizanin ku wexta min li vê cîhanê bidawî bûye û ez çûne jiyana din. Ji min re duwa bikin ku Xwedê min wekî şehîd qebûl bike. Ev peyam bi awayekî atomatîk hatiye amadekirin.

Ez hêvîd dikim e li jiyana din bibînin" Rûpela Tugral ya Faceook hîn vekirî ye, lê hesabê wê yê Twitter hatiye girtin. Di daxuyaniyekê de jibo Dengê Amerîka, Twitter got ku ji nîvê sala 2015 ve, "wê bêtirî 360 hezar hesab girtiye, jiber ku wan kiryarên terorîstî belav dikir" ku bi piranî girêdayî Daîşê bûn.

Salih Dogan, lêkolerê Tirk li Zanîngeha Keele ya Brîtanî texmîn kir ku "bi hezaran xelk ji Tirkiyê" tevlî Daîş bûne. Wî ji Dengê Amerîka re got ku "tevî kiryarên hovane yên rejîma Şamê li Sûriyê bandor li wan hemûyan kiriye," dibe ku sedemên cuda yên her kesî hebe.

Dibe ku hinek ji wan jiber perwerdeya malbata xwe ya parêzkar rastî îdyolojiya cîhadî bûbin yan jî jiber qezenckirina darayî.

"Tiştekî xirab e ev xelk vê rêkê distînin," Dogan got. "Ez bawer dikim di vê haletê de ew jibo dagirtina valahiyekê di hundirê mirov de."

Li bajarê Reqay yê jêr kontrola Daîş li Sûriyê, Tugral zarok fêrî teleskopan dikir. Wî ev wêne 5ê Gulana 2016 li ser Twitterê belav kir. 

Li bajarê Reqay yê jêr kontrola Daîş li Sûriyê, Tugral zarok fêrî teleskopan dikir. Wî ev wêne 5ê Gulana 2016 li ser Twitterê belav kir. 

Pirsên li ser Tugral hîn jî tên xeyala hevalê wê, Boratac.

Carekê ji caran, herdu hevalan şewqek li ezmên bi şevê dît ku Boratac bawer dikir UFO be. Reşîd guhdarî kir û paşê hinek lêkolîn kir. "Ji min re got, 'na, gêjo… ev satelît e.' Wê çaxê ez fêr kirim ku negihêjim tu encaman bêy ku lêkolîn bikim."

Îca, Boratac dipirse, çawa Tugral bi vî şêweyî bi propagandaya Daîş û hovîtiya wê hate xapandin? "Ev yek dihêle ez bipirsim... çawa ew gihişt wê qonaxê?

Ew wextekê tiştek bi awayekî cidî nedistand. Heman kes êdî berevaniya serjêkirina seriyan dikir."

Hevalê wî yê METU, Celik, şîrove kir ku Tugral nikarîbû pirekî di navbera du cîhanên cuda de bibîne: "Ez bawer dikim ew gelek şaşmayî bû û mejiyê wî tevlihev bûbû - li aliyekê ol û li aliyê din zanîn."

"Ez bawer dikim cîhana wî ya hundir gelekî tarî bû," Celîk got. "Min bi wê yekê hest kir berî ku ew tevlî Daîş jî bibe."

Ev raport ji aliyê Uzay Bulut, Kasim Cindemir û Rikar Hussein li Washington ji Deska Çavdêriya Tundrêbûnê ya Dengê Amerîka ve hatiye amadekirin. Ji Enqerê, Yildiz Yazicioglu alîkarî kir. Carol Guensbur raport nivîsî ye. Wêneyên hatine bikaranîn ji hesabên Reşîd Tugral yên Facebook or Twitterê hatine kişandin. Hinek ji jêderên din hatine bikaranîn.